'Divê her ferdek bibe şervan û rola xwe bilîze'

Şêniyên Kantona Kobanê bang li tevahiya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got dive hûn xwe ji şerê pêşwext re amade bikin, ji ber ku parastina herî baş, girêdana bi xak, hevgirtin û xwedîderketina li QSD`ê ye.

'Divê her ferdek bibe şervan û rola xwe bilîze'
16 îlon, 2021   01:53
KOBANÊ

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirsîne, isbata vê yekê gotegotên bi rêya ajanên xwe belav dike. Lê li hemberî vê siyasetê şênî li ser xaka xwe hevgirtina xwe xurt dikin.

ꞌDIVÊ HER YEK JI ME BIBE ŞERVAN Û ROLA XWE BILÎZEꞌ

Wetatiyê bi navê Elaedîn Ehmed got: “Xweparastin gelek pêwîst e. Dibe ku di her kêliyekê de em bi êrişan re rû bi rû bimînin. Ji lew re divê em amade bin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî me dike, nexasim di warê şerê taybet de. Li ser vê yekê divê em hevgirtî bin û li hemberî wê bisekinin. Ji bo ku em hewldanên wê têk bibin divê em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin ku di eniyên şer de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin."

Ciwanê bi navê Mihemed Osman jî wiha axivî: "Divê welatî bi taybet ciwan, xwe fêrî bikaranîna çekê bikin û ji şerê pêşwext re amade bin. Her wiha divê her ferdek ji me bibe şervan û rola xwe di civakê de bilîzin."

Welatiya bi navê Dicle Şêx Mihemed bang li şêniyên herêmê, nexasim jinan kir ku roleke mezin di civakê û şer de bilîzin û ev tişt got: "Serkeftinên ku jinan di eniyên şer de yên li dijî çeteyên artêşa Tirk bi dest dixin, ji me re asta mezinbûna wê diyar dike. Ji ber vê divê her jinek xwe nas bike da ku civakê bi hêz bike. Her wiha divê hemû jin perwerdeyên siyasî û pratîkî bibînin, çi perwerdeyên bikaranîna çekan bin an jî perwerdeyên têkildarî xweparastinê bin."

ꞌPARASTINA HERÎ BAŞ, GIRÊDANA BI ERDÊ RE YEꞌ

Welatiya bi navê Narîn Hibo nêrîna xwe wiha parve kir: "Em gelekî şoreşger in, lê ev nayê wê wateyê ku mirov bi çavekî biçûk li dijminê xwe binêre. Lê belê divê em di hemû waran de amade bin ku ji aliyê fikrî û leşkerî ve bersivê wê bidin. Yên ku nikarin çek rakin dikarin roleke din bilîzin. Di heman demê de divê gelê herêmê xwedî li erdê xwe derkeve, piştgiriya şervanên li eniyên şer in bike. Ji ber ku ev baştirîn rêya parastinê ye. Parastin ne tenê ji şervanan tê xwestin, lê ji her kesî tê xwestin." 

Welatiya bi navê Bihar Osman jî got: "Dewleta Tirk şerekî taybet ê dijwar li dijî herêmê me dimeşîne. Divê gelê me ji îdiayên ku ajanên wê di nava me de belav dikin bawer nekin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker armanca dike ku welatiyan bitirsîne, wan neçar bike ku dev ji axa xwe berdin û koçber bibin. Ji lew re divê em piştgiriya hêzên xwe bikin û di cenga hebûnê de pêwîstiya wan bi piştevaniya me heye."

(eh)

ANHA