​​​​​​​Beşê 18`emîn ê koçberên ji Reqayê ji Kampa Holê derket

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro beşê 18`emîn ê koçberên ku dixwazin vegerin bajarên xwe ji Kampa Holê bi rê kir.

​​​​​​​Beşê 18`emîn ê koçberên ji Reqayê ji Kampa Holê derket
15 îlon, 2021   12:55
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan beşekî nû ji şêniyên Kampa Holê (45 km rojhilatê Hesekê) yên ji bajarê Reqayê û yên ku dixwestin vegerin bajarê xwe, dekret. Rêveberiya kampê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê belgeyên wan kesan piştrast kiribûn.

Nûçegihanê me ragihand ku ji duh ve amadekariyên derxistina koçberan tên kirin û zêdetirî 60 wesayitên veguhestinê derbasî kampê bûn.

Her wiha destnîşan kir ku wesayitên ji kampê ber bi Reqayê ve bir ê ketine, hêzên ewlekariyê tevî hejmareke rêveberên kampê bi wan re bûn.

Li gorî rêveberiya kampê, beşê 18`emîn ên ji bo şêniyên Reqayê de, 324 kesên di nava 92 malbatan de hebûn.

Meşandina wan rêwîtiyan di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tê, ku di 10`ê Cotmeha 2020`an de derxistibû.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku meşandina rêwîtiyan dê dewam bike, da ku barê aborî û ewlehiyê li ser Rêveberiya Xweser sivik bibe.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/30QBmxgrJdA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>