Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê civîneke berfireh ji bo nirxandia rewşa ewlehî, siyasî û xizmetguzarî li bajarokê Baxozê li dar xist.

Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin
Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin
Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin
Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin
Rewşa xizmetguzarî, rêxistinî û ewlehî ya Baxozê nîqaş kirin
14 îlon, 2021   17:50
DÊRAZOR

Civîn li Meclisa Şehîd Salim El-Ebdullah hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Beşar El-Ebdullah rewşa ewlehî li herêmê şîrove kir û diyar kir ku ew bi hevkariya Hêzên Sûriya Demoratîk re ji bo peydakirina ewlehiyê û tunekirina terorê dixebitin.

El-Ebdullah girîngiya hevgirtina gel bi hêzên ewelehî û leşkerî re li hemberî hewldanên parçekirina yektiya pêkhateyên gel destnîşan kir.

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Saîr Rebîh jî rewşa rêxistinî û saziyan, rêbazên hevkariyê di navbera şênî û rêveberiya xweser de di hemû aliyan nirxand. Her wiha behsa pirsgirêkên ku li pêşiya rêveberiyê derdikevin û çawaniya derbaskirina wan kir.

Rebîh her wiha girîngiya pêşxistina qadên perwerde, tenduristî, xizmetguzarî û çandinî destnîşan kir.

Beşdaran nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman, bal kişand ser pirsgirêka zêdebûna qirêjbûna avê ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, paşketina qada çandiniyê û nebaşbûna rêyan. Her wiha xwest ku di qadên xizmetguzarî û aborî de pêşketin werin çêkirin, elaqeya bi çandiniyê re were zêdekirin û rêyên bi ziyan werin rastkirin.

Komîteya rêxistinkirina civakê diyar kir ku dê van daxwazan pêşkêşî aliyên têkildarî bikin da ku pêk bînin.

Civînên wiha dê li gelek bajarên xeta rojhilat a gundewarê Dêrazorê werin lidarxistin.

ANHA