Li Siwêda di navbera "Rîcal El-Kerama" û hêzên hikumetê de alozî

SOHR, diyar kir ku li bajarê Siwêda yê başûrê Sûriyê aloziyeke mezin di navbera koma "Rîcal El-Kerama" û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de derketiye.

Li Siwêda di navbera "Rîcal El-Kerama" û hêzên hikumetê de alozî
14 îlon, 2021   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku koma "Tîcal El-Kerama" şaxê îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê ya li bajarê Siwêdayî dorpêç kiriye û got, alozî piştî ku komeke ji şaxê îstîxbaratê êrişî berpiresekî "Rîcal El-Kerama" kir, derket.

Li gorî SOHR, ji beriya çend saetan aloziyeke mezin li bajarê Siwêdayî ket. Alozî vê sibehê dest pê kir piştî ku komeke girêdayî şaxê "Îstîxarata leşkerî" gelek kes ji bajarokê Qerya û kesek ji Siwêdayî revandin.

SOHR ragihand ku çekdarên herêmî yên ji bajarokê Qeriya yên girêdayî "Ewlekariya dewletê" gef li koma îstîxbarata leşkerî  xwar ku heger revandiyan bernedin dê malên wan bi topên RBG bike hedef û ji ber ku bersiv nehate dayîn, alozî mezin bû û gihaşt asta şer.

Li gorî SOHR, koma girêdayî îstîxbarata leşkerî komeke ji xelkê gundê Qerya guleberan kirin, di encamê de kesek ji xizmên revandiyan hatin kuştin.

Koma îstîxbarata leşkerî rêya Şam – Siwêda girtin û nêzî çerxerêya Şaîr a bajarê Itêl bê serûber gule berdan û hewl dan ku dadwer (M.F) qetil bikin.