​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike

Şaredariya Gel a Navçeya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina rêya Dirbêsiyê – Heseke ku dirêjhaiya wê 18 kîlometre ye kir.

​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
​​​​​​​Şaredarî rêya Dirbêsiyê – Hesekê qîr dike
14 îlon, 2021   15:20
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Navçeya Dirbêsiyê vê sibehê dest bi qîrkirina rêya giştî ya ji navçeyê diçe bajarê Hesekê kir. Xebatên qîrkirinê ji gundê Cenaziyê dest pê kir û dê 18 kîlometre were qîrkirin.

Şaredarî hewl dide ku beriya zivistanî rêyên bi ziyan sererast bike û di vê çarçoveyê de rêya kolana sûkê, rêya Mizgefta Hac Sultan, rêya Kornîş û kolana minzgefa mezin sererast kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm got: "Ji beryia du salan ve em hewl dide rêya Dirbêsiyê- Hesekê qîr bikin, lê derfet tune bûn. Par jî ji ber tunebûna madeya bîtomîn a ya sereke di qîrkirinê de ye proje hate paşdexistin."

Raziya diyar kir ku piştî made peyda bû dest bi qîrkirina rê kirin û got, lêçûna projeyê 110 hezar dolar e.

Raziya Îbrahîm di dawiyê de got, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku xizmetê pêşkêşî şêniyan bikin.

Şêniyan jî ji ber vê gave spasiya şaredariyê kir.

Tê payîn ku qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê heya dawiya vê mehê bi dawî bibe.

ANHA