Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya

Meclisa Navçeya Şedadê bi armanca nrxandina rewşa siyasî û gundarkirina daxwazên gel civînek li dar xist.

Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
Meclisa Navçeya Şedadê bi gel re civiya
14 îlon, 2021   15:18
HESEKÊ

Civîn bi amadebûna şênyên ji navçe û bajarokên başûrê Hesekê, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspî û kesayetên civakî hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb rewşa siyasî û leşkerî li herêmê nirxand û got: "Qada siyasî ya germ e, li Rojhilata Navîn îstiqrar tune ye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye qada nakokiyên herêmî û navneteweyî ku ev yek zext û gefan li ser herêmên me zêde dikin."

Ereb bang li gelên herêmê kir di parastin û rêxistinkirina jiyanê de xwe nespêrin tu dewletan,  lê xwe bispêrin hêza xwe ya xweser û got, tevî zextan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê bi saya hevgirtina gel û pêkhateyan  li gorî herêmên din ên Sûriyê herî ewle ne.

Silêman Ereb wiha axaftina xwe domand: "Hêzên herêmê yên bi nakok berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gel digirin. Mîna vê yekê rewşa Efganistan e piştî ku hêzên Amerîka jê vekişiyan. Niha jî li hemberî hemû rûdanên li herêmên me civata navneteweyî bêdeng e, ji ber ku dibîne heger ji bêdengiya xwe derkeve wê nikaribe berjewendiyên xwe pêk bîne."

Li ser êriş û destwerdanên dewleta Tirk Silêman Ereb got: "Armanca Tirkiyê têkbirina Rêveberiya Xweser e ya ku ewlehî û biratiya gelan lê herêmê pêk anîn. Lê em ê li hemberî armanc û planên wê bisekinin, ji be ku em bi projeya xwe bawer in."

Piştre beşdaran derbarê rewşa siyasî, pirsgirêkên jiyanî de nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.

Silêman Ereb di dawiya civînê de soz da ku dê  pirsgirêk û daxwazên wan bighîne aliyên têkildar da ku çareser bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0tkxkTkJTL0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>