Çeteyên Feyleq El-Şam nahêlin şênî berhemên xwe berhev bikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Çeteyên Feyleq El-Şam nahêlin şêniyên gundên navçeya Şêrawayê berhemên xwe yên çandiniyê berhev bikin.

Çeteyên Feyleq El-Şam nahêlin şênî berhemên xwe berhev bikin
14 îlon, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên Feyleq El-Şam gef li şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê xwarin ku kî biçe berhemên xwe yên çandiniyê berhev bike, dê were revandin û bac lê were ferzkirin.

SOHR`ê piştrast kir ku çeteyan ferz kiriye ku şênî destûrê ji çeteyan bigirin, bacên nediyar bidin da ku bikarin berhemên xwe biçinin.

Çeteyên Felyeq El-Şam mîna komên din şêniyên resen tengav dikin û sûcên giran li dijî şêniyan  pêk tînin da ku wan bidin koçberkirin û malên wan desteser bikin.

(şx)