Li gundewarê Hesekê du çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD`ê du çeteyê DAIŞ`ê girtin ku sûcên qetilkirinê pêk dianîn û li gundewarê Hesekê nuqteyên ewlehiyê dikirin hedef.

Li gundewarê Hesekê du çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
13 îlon, 2021   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk  (QSD) di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên taybet ên QSD'ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li derdora bajarê Hesekê li dar xist.

Hate gotin, di encama operasyonê de "Du endamên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê hatin girtin."

Li gorî daxuyaniyê "Yek ji terorîstên ku hatine girtin şaneyeke aktîf a li bajarê Hesekê û gundewarê wê bi rêve dibir ku sûcên qetilkirinê pêk tîne û plana hedefgrtina nuqteyên ewlehiyê û leşkerî datanî."

Her wiha hate gotin, çek û cebilxaneyên terorîstan hatin desteserkirin.

QSD'ê di dawiya daxuyaniyê de got, ev operasyon di çarçoveya xebatên hevbaş ên QSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî  de ji bo şopandina şandeyên DAIŞ'ê û têkbirina jêderên terorê pêk tên.

(eh)

ANHA