Matay Hena: Kombûna gel li derdora hêzên me, îradeya ya têkbirina dagirkeriyê xurt dike

Matay Hena diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî amade ne bersiva her êrişên li ser herêmê bidin û got: "Kombûna gel li derdora hêzên me îradeya hêzên me ya ji bo têkbirina dijmin xurttir dike."

Matay Hena: Kombûna gel li derdora hêzên me, îradeya ya têkbirina dagirkeriyê xurt dike
13 îlon, 2021   15:29
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, herî dawî duh û vê sibehê gundên Til Temirê dan ber topan.

/ar/uploads/files/2021/09/13/144752_dsc_0142-28kbyr29.webp

Li ser mijarê Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena daxuyaniyek li ser malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Suyranî belav kir.

Hena got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî herêm û gelê me didomînin. Gundên tije sivîl, bi taybet ên nêzî eniyên şer topbaran dikin.

Matay Hena diyar kir ku dagirkeran gundê Til Tewîl ê asûriyan di nava bêdengiya raya giştî û dewletên aktîv di kar û barên Sûriyê de topbaran kir.

Hena diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê  di çarçoveya mafê parastina rewa de û li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bersiva êrişan didin.

Matay Hena her wiha got: "Soza me bi gel û şehîdên me re, em her tim dibêjin, hêzên me yên leşkerî amade ne binpêkirin û zêdegaviyên li dijî gundên me û gelê me bibersivînin. Em ê ji bo parastina xak û gelê xwe û pîrozeyên wê mertalên xurt bikin."

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Kombûna gelê me li derdora hêzên xwe îradeya me ya berxwedanê li hemberî terorê zêde dike, di oxira rizgarkirina herêmên dagirkirî de em ê berdêlên giranbuha bidin. Em nahêlin ku kes hewl bide ewlehî û aramiya herêmê xirab bike û hewl bide fikirê terorîst careke din zindî bke,  piştî ku me DAIŞ'ê li baregeha wî ya dawî li Baxozê têk bir."

ANHA