Rojnameyên erebî: Çavdêrên navneteweyî dê vekişîna çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê bişopînin

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa li başûrê Sûriyê, kar û barên Tunisê û dosyaya çeteyan a li Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Çavdêrên navneteweyî dê vekişîna çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê bişopînin
13 îlon, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DERA DI ROJA 8`AN A LIHEVKIRINA DAWÎN DE YE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa li Derayê wiha nivisî: “Li gorî nûçegihanên AFP’yê ku di gerekê de ku ji aliyê Wezareta Ragihandinê ve di nava bajar de hatiye organîzekirin, li taxên Dera El-Beled aramiyek baldar heye.

Çavkaniyekî leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji rojnamevanan re got: "Li derdora Dera El-Beled û hundirê wê 9 nuqteyên leşkerî hatin bicihkirin. Xebatên çareserkirina rewşa çekdaran berdewam in piştî ku çekên xwe radest dikin. Aramiyeke baldar heye û em li benda temamkirina xebatên çareserkirinê ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çarçoveya temamkirin bendên lihevkirina bi navbeynkariya Rûsyayê Firqeya 4`an hêzên xwe ji derdora Derayê dikişîne.

Li gorî SOHR`ê di encama aloziya dawî li Derayê 23 sivîl di nav de 6 zarok , 26 endamên hêzên hikumeta Şamê û 20 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin û li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetirî 38 hezar kes ji Dera El-Beled koçber bûn.”

‘TUNIS… GUHERTINA DESTÛRÊ DERIYÊ DERKETINA JI ALOZIYÊ YE’

Girêdayî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li Tunisê  piştî jihevxistina hikumetê û taloqkirina karê parlamentoyê di 25`ê Tîrmehê de li ser gavên pêş ên ku divê ji bo çareserkirina krîza desthilatê li welêt werin çareserkirin, nîqaşeke dijwar heye.

Serokê welêt diyar kir ku dibe hinek guhertin di destûrê de çêbin û di gera xwe ya li kolana El-Hebîb Bûrqîbe ya li naverasta paytextê de duh got: “Ez rêzê ji destûrê re digirim. Lê em dikarin hinek guhertin tê de pêk bîne. Gel ji destûrê û rêgezên qanûnî yên li ser qalibekî hatine danîn, bêzar in. Divê guhertin di destûrê de çêbibin. Destûr ne heta hetayê ne û dibe ku guhertinên ku ji daxwazên gelê Tunisê re bibin bersiv, werin çêkirin. Ji ber ku serdestî ya gel e û ji mafê wî ye ku vîna xwe rave bike.”

Girêdayî avakirina hikumetê Seîd Qeys piştrast kir ku ew ê di demeke herî nêz de pêk were. Her wiha diyar kir ku ew hewl dide kesên ku guman li ser wan tune ye û berpirs in, veqetîne û got ji bo wê jî gelek civîn li dar xistine.”

‘JI BO ŞOPANDINA DERXISTINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ 10 ÇAVDÊR HATIN DIYARKIRIN’

Rojnameya El-Ereb der barê hewldana NY`yê ku çavdêrên xwe li Lîbyayê belav bike da ku rewşa li welêt û vekişîna çeteyên Tirkiyê ji herêmê bişopînin de wiha nivisî: “Nameya ku sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres tê de behsa hewldana NY`yê ku 10 çavdêran li Lîbyayê belav bike da ku çavdêriya agirbestê bikin û şopandina vekişîna zêdetirî 20 hezar çeteyî xiste rojevê.

Guterres di nameya xwe de ku ji serokê Kongreyê re di 6`ê Tebaxê de şandiye, got tê payîn ku rêxistina navneteweyî  tîmeke navneteweyî ku ji 10 çavdêran pêk tê belav bike û dê tevî komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) pêkanîna lihevkirina agirbestê bişopînin.

Ruxmî zextên navneteweyî yên domdar, lê hîna mijara lidarxistina hilbijartinan ne zelal e. DYA û 4 dewletên Ewropayê yekşemê daxuyaniyek dan û tê de banga lidarxistina hilbijartinan di 24`ê Kanûnê de kirin."

(şx)