Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin

Odeya Endizyaran a Reqayê kongreya xwe ya sêyemîn bi diruşma "Armanc û Dijwarî"li dar xist.

Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin
Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin
Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin
Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin
Kongreya 3'yemîn a Odeya Endizyaran a Reqayê hate lidarxistin
11 îlon, 2021   14:11
REQA

Kongrê li xwaringeha Erd Seîda ya dikeve rojavayê bajar hate lidarxistin. Endizyar, endamên saziyên sivîl ên Reqayê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Qanûnsaz  a Reqayê û endamên Şaredariya Gel a Reqayê beşdarî kongreyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/09/11/135449_zlykhh-abdy.webp

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Zelîxa Ebdî rewşa siyasî nirxand.

Zelîxa Ebdî got: "Dewletên derve yên bi nakok temenê aloziya Sûryê dirêj dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Rûsya, Îran, Tirkiyê û Îsraîlê ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleya Sûriyê dikin."

Hevseroka Odeya Endizyaran a Reqayê Ayat El-Xeşab rapora xebatên sala borî ya odeyê xwend û ji aliyê beşdaran ve hate nirxndin.

Paşê, ji 18 bernamzetan, 7 endam wekî rêveberiya Odeya Endizyaran a Reqayê hatin hilbijartin.

Endamên nû yên rêveberiyê li pêşiya beşdaran sond xwarin ku dê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û ji bo berjewendiyên gel kar bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SN-JdcH9cc4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>