Li Silûkê gel li dijî çeteyan daketin kolanan

Li gorî çavkaniyekî xwecih ji gundewarê kantona Girê Spî şêniyên Silûkê li dijî sûcên çeteyan daketin qadan û xwestin ku sûcdarên ku îşkence li şêniyê bi navê Elî El-Ferîc kirine, radestî wan bikin.

Li Silûkê gel li dijî çeteyan daketin kolanan
11 îlon, 2021   11:43
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, êla  El-Neîm û êlên din ên bajarokê Silûkê yê dagirkirî îro li pêşiya baregeha Firqeya 20 a çeteyên Artêşa Nîştimanî xwepêşendan li dar xist û bang kirin ku çeteyên ku îşkence li Elî El-Ferîc kirine radestî wan bikin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku serçeteyekî hewl daye hêrsa xwepêşendanan sivik bike û ji wan re got, çeteyên sûcdar radestî dadgeha leşkerî hatine kirin.

Ev du roj in şêniyên bajarok li dijî îşkenceya li Elî El-Ferîc ku ji êla El-Neîm e, xwepêşandanan lidar dixin.

Dawiya hefteya borî, dîmenek hate belavkirin û têde 2 çeteyên Siqûr El-Sune yên bi navên Ebû El-Haris û Ebû Cîhad bi awayekî hovane îşkence li ciwanê bi navê El-Ferîc dikirin.

(şx)

ANHA