HPG`ê 2 şehîdên Amedê bibîr anîn

Hêzên Parastina Gel gerîla Mervan û Serhildan ku Îlona 2015'an şehîd bûbûn, di salvegera şehîdbûna wan de bi bîr anîn.

HPG`ê 2 şehîdên Amedê bibîr anîn
11 îlon, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:

 “Em hevrêyê xwe Mervan ku bi kesayata xwe ya vîna Apoyî ya qewîn û kedkar li her qadê di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de peywirên xwe yên pêşengiyê bi serkeftî bi cih anî û 19'ê Îlona 2015'an li Eyaleta Amedê di bombebaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûyî, di salvegera şehîdbûnê de bi bir tînin.

Agahiyên nasnameyê hevrêyê me yê şehîd wiha ne:

Nasnav: Mervan Geresor

Nav û Paşnav: Mehmet Altûnterûn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê-Bav: Fatma – Mehmet Tahir

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 19’ê Îlona 2015`an

Em hevrêyê xwe Serhildan ku 25'ê Îlona 2015'an li qada Adilbehê ya Avaşînê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a qirker de şehîd bûyî, di salvgera şehîdbûnê de bi bîr tînin.

Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Serhildan Serêçiya

Nav û Paşnav: Îlhamî Aydemîr

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayikê-BAv: Çîgdem – Cindî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 25’ê Îlona 2015