Hûsiyan bendera El-Mexa bi moşkan hedef girt

Hêzên Hikumeta Yemenê ragihand ku Ensarullah a Hûsiyan bendera El-Mexa ya bazirganiyê ya başûr rojavayê welat piştî çend hefteyan ku ji nû ve hat vekirina, hedef girt.

Hûsiyan bendera El-Mexa bi moşkan hedef girt
11 îlon, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Hevpar ê hikumeta serok Ebid Rebû Mensûr Hadî li berava rojavayê Yemenê ragihand ku piştî ku şandeyeke hikumî ya Wezareta Veguhestinê serdana bendera bazirganiyê kir da ku  dest bi kar bikin, Hûsiyan binsaziya benderê bi 3 moşkan û 6 balafirên bê pîlot hedef girt.

Hêzên hikumetê diyar kir ku balafireke bê pîlot a bombekirî depoyeke alîkariyên mirovahî ya girêdayî "Şaneyê mirovahî ya berxwedana neteweyî" kir hedef.

Hêzên hikumetê heta niha asta zirarên ku gihaştine benderê diyar eşkere nekirin.

 (dm)