94 roj in PDK`ê çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser eşkere nekiriye

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen 94 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye.

94 roj in PDK`ê çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser eşkere nekiriye
11 îlon, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan.

Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

 (cx)

ANHA