DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş pêk anî; kuştî û birîndar hene

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xetab ê navçeya Mexmûr a Mûsilê kir, di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê mirin û 8 sivîl jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş pêk anî; kuştî û birîndar hene
11 îlon, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xetab ê navçeya Mexmûr a Mûsilê li Iraqê.

Di êrişê de ji hêzên ewlekariyê Serpêl Xalid El Fethî El Serhîd, Mihemed Fethî El Serhîd, Ebdulstîr Casim Mihemed Husên û Şakir Mehmûd Xetab hatine kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku 8 sivîl jî birîndar bûne. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya sivîlan agahiyên zelal nehatin girtin.