Polîsên Îsraîlê 2 girtiyên din ên Filistînê girtin 

Polîsên Îsraîlê ji 6 girtiyên filistînî yên ji girtîgehê reviyane, 2 ji wan girtin.   Ji aliyekî din ve jî, balafirên Îsraîlê baregehên Tevgera Hemasê bombebaran kir.

Polîsên Îsraîlê 2 girtiyên din ên Filistînê girtin 
11 îlon, 2021   09:02
XEZA

Nûçegihanê me diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li rojhilatê bajarokê Beyt Hanûn ê bakurê Xezayê êrişî zeviyên çandiniyê kirin. Her wiha balafirên şer êrişî nuqteyeke Tevgera Hemasê ya li naverasta Xezayê û nuqteyeke din li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê kir.

Berdevkê Tevgera Hemasê, Hazim Qasim der barê êrişê de got: "Bi vî rengî, dagirkerî dê nikaribe hevgirtina hemû warên têkoşîna ji bo piştgiriya girtiyan rawestîne. Her wiha dê nikaribe pêşî li Xeza û berxwedana wê bigire. "

Ji aliyekî din ve jî, kanala "Kan" a Îsraîlê ragihand ku yekîneyên taybet ên Îsraîlê, Zekariye El-Zubeydî û Mihemed El-Arda li gundê El-Şiblî yê Nasire girtin. Bi vî awayî 4 girtiyên ku ber reviyane, hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lêgerîna li her du kesên din berdewam e.

(dx)