​​​​​​​Ji 15’ê Sibatê heta 11’ê Îlonê û vekişîna ji Efganistanê… komploya navneteweyî didome

Bûyerên 11`ê Îlona 2001`an anku êrişa li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li New Yorkê ji aliyê El-Qaîdeyê ve, piştî mezintirîn operasyonên NATO`yê pêk hat ku bi destgîrkirina rêber Abdullah Ocalan bi encam bû.

​​​​​​​Ji 15’ê Sibatê heta 11’ê Îlonê û vekişîna ji Efganistanê… komploya navneteweyî didome
11 îlon, 2021   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA SEYDÎ

Di 11`ê Îlona 2001`an de, endamên El-Qaîdeyê bi 4 balafirên rêwiyan li Amerîkayê êriş pêk anîn. 2 balafiran balaxaneyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanî yên li New Yorkê kirin hedef. Balafireke din jî avahiya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) kir hedef. Piştî pevçûna di navbera rêwiyan û çekdarên El-Qaîdeyê de balafira çaremîn li eyaleta Pensîlvanya ket xwarê. Hejmara qurbaniyên wê êrişa bixwîn gihaşt nêzî 3 hezar kesî.

DAGIRKIRINA EFGANISTANÊ; ARMANC Û PLAN

Piştî ku 20 sal di ser bûyera hedefgirtina navenda dînamîka sîstema kampîtalîst (DYA) re derbas bûn, hîna jî têkildarî avakirina komên wekî El-Qaîde û Talîban ji aliyê hêzên rojavayî ve û bikaranîna wan di şerê li dijî Rûsya û Çînê de, her wiha têkildarî amadekariyên DYA’yê ji bo ferzkirina serweriya xwe li Rojhilata Navîn bi rêya Efganistanê piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, şik û guman hene.

Welatên rojavayî Efganistan wek nuqteyeke stratejîk a girîng dibînin ku erdnîgariya wê di navbera sêgoşeya Çîn, Rûsya û Îranê de ye. Welatên rojavayî hewl didin valahiya ku dibe di radeya yekemîn de Rûsya û Çîn jê sûdê wergirin, dagirin.

Li gorî lêkolîneke Associated Pressê ya di dirêjahiya 20 salan de, tevgerên wekî Talîban û El-Qaîde di temamkirina lîstoka welatên rojavayî û rewakirina şerê ku tê de nêzî 130 hezar kes bûn qurbanî, rol lîstin.

Têkiliyên welatên NATO`yê û di serî Amerîka û Tirkiyê bi fermandar û serokên Talîbanê “Parêzvanên El-Qaîdeyê” re qut nebûn û bi “Peymana Aştiyê” bi encam bû ku di Sibata 2020`an de di navbera Amerîka û tevgera Talîbanê de li paytexta Qeter Dohayê pêk hatibû.

Bi desteserkirina seranserê Efganistanê di rojên dawîn de, Talîbanê hebûna dewleta Tirk li wê derê pêşwazî kir û jê xwest ku di mayîndekirina ewlehiyê de rolê bilîze. Vekişîna Amerîkayê û hiştina alavên şer û bajarên Efganistanê bi temamî di destê Talîbanê de, li ser çawaniya têkiliya wê bi Talîbanê re û armancên şerê herî dirêj ê DYA’yê li Efganistanê, guman derxistin holê.

Di lêkolînkirina bûyerên ji dema şerê Kendavê yê duyemîn (1991) û derxistina hêzên Iraqê bi destê Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê ji Kiwêtê û heta dema dagirkirina Efganistanê ji aliyê Amerîkayê ve di dawiya 2001`an de, mirov pê dizane ku bûyerên 11`ê Îlonê xelekeke zincîra plana hêzên hegemonîk ên cîhanê ji bo destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê bi armanca dagirkirina herêmê bûn.

ROLA TIRKIYE Û QETERÊ

Rola dewleta Tirk ku endama NATO`yê ye û rola Qeterê di hewandina fermandarên payebilind ên tevgera Talîban an jî El-Qaîdeyê de, nayê fêmkirin. Li gorî raporên berê, hejmareke fermandarên El-Qaîdeyê û di nav de ‘Mûsa Ebû Cefer’ salên dirêj li Tirkiyê man.

Her du dewlet di parastin û meşandina xebatên tevgerên xwedî îdeolojiyia îslama radîkal wekî El-Qaîde û Talîban de, rolekê dilîzin ku navendeke Talîbanê li Dohayê ye. Her wiha bi dehan rapor û belgeyan piştgiriya yekser a Qeter û Tirkiyê ji DAIŞ`ê re li Sûriye û Iraqê, piştrast kiriye. Her wiha şandina çeteyên ji Sûriyê û di nav de çeteyên DAIŞ`ê ji Lîbya, Azerbêcan û Efaganistanê re li pêş çavên civata navneteweyî û zêdekirina wan bi çek û pereyan jî mînaka herî berbiçav a vê yekê ye.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a salên 1998-1999`an jî, mirov dikare di vê  çarçoveyê de bibîne. Komploya ku hêzên cîhanî wekî DYA, Brîtanya, Tirkiye bi awayekî yekser û bi dehan dewletên din wekî Rûsya, Yewnanistan û Almanyayê bi awayekî veşartî beşdar bûne, mirov nikare ji geşedanên piştî wê demê li qada Rojhilata Navîn rû dane, cuda binirxîne.

Derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan di vejandina doza kurdî û têkbirina plana mayîndekirina hegemonyaya welatên rojavayî li Rojhilata Navîn de, roleke dîrokî lîst. Ji wir mirov dikare fêm bike çima welatên rojavayî di 15`ê Sibata 1999`an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê rêber Ocalan dîl girt.

Di vê derbarê de, rêber Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya li ser “Komploya Gladyoyê ya Mezin” de wiha dibêje: “Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman mijar ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina mîrzayê Awisturyayê ji aliyê nîjadperestekî Sirb ve dest pê kir, bi awayekî “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” jî bi operasyona li djî min dan destpêkirin.”

“Şerê Cîhanê yê Yêyemîn” rastiyek e û bi giranî navenda lê diqewime cografyaya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” lê gur bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîn e. Ji ber ku bûyerên li vir pir eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bê tesîr kirin, li Iraq û Efganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Amerîkaya Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe.”

Ji vir em tê digihêjin wê yekê ku komploya li dijî Rojhilata Navîn plankirî û sazkirî ye. Çi hişt ku Amerîka piştî bi dehan salan ji şerê sar bi Rûsyayê re ji bo derxistina rêber Ocalan ji xaka Rûsyayê li hev bike, çi hişt ku Yewnanistan û Tirkiye ku dijminên hev in, bigihêjin lihevkirinekê da ku şoreşgerekî navneteweyî ji xaka Yewnanistanê derxin.

Analîzkirina rêber Ocalan ji kokên alozî û pirsgirkên Rojhilata Navîn û cîhanê re yên li gel hegemonyaya sîstema kapîtalîst û danîna çareseriyan ji bo wan pirsgirêk û aloziyan, xetere li ser berjewendiyên welatên rojavayî çêkir, yên ku ji bo mayîndekirina xwe xwîna civakên Rojhilata Navîn dimijin. Mirov dikare tecrîda girankirî ya 22 sal e didome ya ku dewleta Tirk li ser rêber Ocalan di girtîgeha girava Îmraliyê de ferz dike, wekî tirsa sîstema cîhanî ji fikirê ku êdî lîstokên qirêjî li dijî gelên li hemû welatên cîhanê eşkere dike û bi dawî dike, bi nav bike.

(cx)

ANHA