Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Minbicê sivîl û jîngehan topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike
10 îlon, 2021   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ji saetên sibehê ve, artêşa Tirk a dagirker ji bargehên ku li gundên Yaşlî, Toxara Biçûk yên bakurê rojhilat û bakurê rojavayê bajarê Minbicê ava kirine, gundên tije sivîl ên li xeta di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de topbaran dike.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk gundên Um Edese, Dendeliyê û Girê Camûsiyê ku tije sivîl in û baxçeyên wan topbaran dikin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk gundê Cebla Seyade yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi 10 hawnan topbaran kirin.

Her wiha derdora gundê Toxara Mezin û Mehsenlî jî bi hawnan hatin topbarankirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

ANHA