Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê

Li Til Temirê ji bo bibîranîna şehîd Rênas Roj, turnuveya futbolê hate organîzekirin.

Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
Li Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Rênas Roj turnuveya futbolê
10 îlon, 2021   19:27
HESEKÊ

Li navçeya Til Temirê ji bo bîranîna fermandarê YPG'ê Selahettin Şehabî (Rênas Roj) ê ku19'ê Tebaxê di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser rêya Elî Fero ya nêzî Qamişlo şehîd bû, turnuveyeke fotubolê hate organîzekirin.

Ji navçeyê 20 tîman beşdarî turnveyê bûn, tîm li ser 5 koman hatin dabeşkirin  .

Maça yekemîn di navbera tîma Huriye û tîma Til Werid  de dest pê kir.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê û hezkiriyên werzîşê bi hildana wêneyên şehîd Rênas Roj amade bûn. Tîma Huriye bi (3-2) bi ser ket.

Têkildarî turnuveyê yek ji çavdêrên orgenîzekirina turnoveyê Mihemed Umer axivî û got: "Bi armanca bibîranîna şehîd Rênas Roj û bibîranîna tevahiya şehîdên ku ji bo parastina herêmê canên xwe feda kir, ev turnuve hate lidarxistin,  ji ber ku îro em bi saya wan bi aştî û azadî dijîn."

Mihemed Umer ev li gotina xwe zêde kir: "Îro maç di navbera tîma Huriye El-Şabî û tîma Til Werid de bû, di demekê de ku tirsê herêm serwer kiriye, lidarketina çalakiyên wiha jiyanê vedigerîne xwezaya wê."

Mihemed Umer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Jiyan berdewam dike û em li hemberî hemû astengên ku bajarê Til Temirê pê re rû bi rû dimîne, disekinin. Li ser vê yekê em ji her kesî re piştrast dikin ku em ê li ber xwe bidin, jiyan û werzîş berdewam e."

(eh)

ANHA