Li Xeza û Dîfa Xerbiyê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî meşên girseyî

Îro li Dîfa Xerbiyê û Xeza ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî yên li girtîgehên Israîlê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Li Xeza û Dîfa Xerbiyê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî meşên girseyî
10 îlon, 2021   12:15
 XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku li parêzgehên Xezayê û li bajarên din ên Dîfa Xerbiyê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî, meş hatin lidarxistin.

Meş li ser bangawaziya komên Fîlistînê hatin destpêkirin, ku îro wekî “roja hêrsa gel” bi nav kirin. Hemwextî wê yekê li Dîfa Xerbiyê bi artêşa Israîlê re li nuqteyên rasthatinê û bendên kontrolê şer derket.

Ev meş, piştî dortengkirina li dîlgirtiyên fîlistînî yên li girtîgehên Îsraîlê tên lidarxistin, nexasim piştî ku 6 girtiyên fîlistînî ji girtîgeha Celbûi reviyan. Li gorî raporên ji Fîlistînê, hêzên Israîlê bi dortengkirina li girtiyan dixwazin girtî li xwe mikur werin an hewldanên wan ên revê asteng bikin.

(cx)