​​​​​​​Efganistanê dagirkerî, piştgiriyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan -3

​​​​​​​Efganistanê dagirkerî, piştgiriyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan -3
9 îlon, 2021   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

EFGANISTAN..AMERÎKAYÊ TALÎBAN JI HIKUMÊ AVÊT, PIŞTÎ 20 SALAN DÎSA EW VEGERAND SER DESTHILATÊ

 

Piştî Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê û piştî êrişên 11`ê Îlona 2001`an Amerîka derbasî çirava Efganistanê bû. Amerîkaya ku piştgiriyeke veşartî dida şerê li dijî Sovyetê, piştî ew rastî êrişan tê. Lê piştî 20 salan ji şerê ku gelek zirar gihandinê; ew jî ji Efganistanê vekişiya û careke din Talîbanê welat kontrol bike.

11`ê Îlona 2001`an xwekujan 4 balafirên rêwiyan ên amerîkî desteser kirin yên ku bi hev re li asmanê rojhilatê DYA`yê digeriyan. Ev balafir wekî ji bo derbekirina hedefên mezin hatin bikaranîn. Du balafiran her du bircên navenda bazirganiyê ya cîhanê ya li New Yorkê kir hedef û balafira sêyem jî avahiya Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ya li derveyî Washingtonê hedef girt. Lê ya çarem jî piştî pevçûnên di navbera rêwiyan û çekdarên El-Qaîdeyê de li wîlayeta Pennsylvania ket xwarê û rûxiya.

Hejmara qurbaniyên êrişê gihaşt 2 hezar û 977 kesan (246 rêwî û tîmên her çar balafiran, li her du bircan 2 hezar û 606 kes û li Pentegon jî 125 kes).

19 xwekujan êriş pêk anîn (15 ji Erebistana Siûdiyê, 2 ji Îmaratê, yek ji Misirê û yek ji Lubanê bû).

Rêxistina El-Qaîdeyê bi serkêşiya Osame Bin Ladin ji Efganistanê ew êriş plan kirin. El-Qaîdeyê, DYA  û hevalbendên wê wekî berpirsên alozî û rageşiyên li cîhana îslamî nîşan dan.

AMERÎKA JI TALÎBAN XWEST SEROKÊN EL-QAÎDE RADEST BIKE

Di 20`ê Îlona 2001`an de serokê Amerîka George W.Bush li Kongresê El-Qaîde wekî berpirsa êrişên 11`ê Îlonê nîşan da û gotibû ku “fermandarên El-Qaîde bandoreke wan a mezin li Efganistanê heye û piştgiriya rejîma Talîbanê dike da ku welat desteser bike.

Em rejîma Talîbanê şermezar dikin. Îşev DYA ji Talîbanê van tiştan dixwaze. Daxwaz ji diyalog û nîqaşê re ne vekirî ne.”

Daxwazên DYA`yê wiha bûn; “Hemû serokên El-Qaîde radestî DYA`yê werin kirin, hemû kesên biyanî yê ku hatine binçavkirin werin serbestberdan, rojnamevan, diplomat û karkerên alîkariyê yê biyanî werin parastin, hemû kampên perwerdekirina terorîstan yekser werin girtin, hemû terorîst û piştevanên wan radestî desthilatên taybet werin kirin û destûrê bide DYA`yê ku bigihêje kampên perwerdekirina terorîstan da ku lêgerînan pêk bîne.”

DYA`yê ji civata navneteweyî xwest ku piştgiriyê bide pêngava leşkerî ya hilweşandina Talîbanê û NY`yê piştî êrişên 11`ê Îlonê têkildarî terorê du biryara derxistin.

Balyozê Talîbanê li Pakistanê, Ebdulselam Deîf bersiv da û daxwaz kir ku îsbatên tevlêbûna Bin Laden di êrişan de pêşkêş bikin û got: “Helwesta me ew e ku ger li gel Amerîka îsbat hebin, bila eşkere bikin.” Di heman demê Talîban îsrar kir ku dadgehkirina Bin Ladin divê li dadgeheke Efganistanê pêk were.

Di 7`ê Cotmeha 2001`an de anku piştî kêmî mehekê ji êrişên 11`ê Îlonê, DYA`yê bi alîkariya Dewletên Yekbûyî û Kenyayê û dewletên din, di nav  de gelek dewletên NATO`yê dest bi operasyona xwe ya leşkerî kir û Talîban û kampên girêdayî rêxistina El-Qaîde bombebaran kir.

Mebest ji eşkerekirina operasyonên leşkerî ew bû ku Talîbanê ji ser desthilatê rake û Efganistanê jî wekî baregeheke operasyonên terorîst neyê bikaranîn.

Di Gulana 2002`an de tora NBC`ê ya cîhanî raporek belav kir, tê de hat gotin: Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê beriya du rojan ji êrişên 11`ê Îlonê planeke şer pêşkêş kir, heman plana şer piştî êrişên 11`ê Îlonê ji aliyê Koşka Spî, CIA û Pentegonê ve ket meriyetê.

Plansaziya hatî diyarkirin ji bo destpêkirina şerê li dijî El-Qaîdeyê bû. Ev şer bi însiyatîfên dîplomatîk dest pê dike û bi operasyonên leşkerî yê li dijî El-Qaîdeyê li Efganistanê dewam dike. Li gorî wê planê, dê hikumeta Talîbanê îqna bike ku serokê rêxistina El-Qaîde Osama Bin Ladin radestî DYA`yê bike, ger Talîbanê wê yekê red bike, dê hikumeta Amerîka hêza leşkerî bi kar bîne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'an a bi navê "Pirsgirêka Kurd Û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de dibêje:

"Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYA’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn."

VEKIŞÎNA AMERÎKA Û VEGERA TALÎBAN

Piştî 20 salan ji destwerdana yekser, serokê Amerîka Joe Biden Gulana 2021`an vekişîna hêzên Amerîka ji Efganistanê ragihand û di Tîrmehê de got, vekişîn dê 31`ê Tebaxê temam bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 6`ê Tîrmehê de gotibû, erka NATO`yê bi bin ket û di heman mehê de hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîbanê di kongreyên aştiyê û lihevanînê yê li Tehranê li hev kir ku şer ne çare ye û divê çareseriyek derkeve holê.

Serokê berê yê Efganistanê Eşref Xenî der barê rewşa ewlehiyê ya tevlîhev li Efganistanê de, Amerîkayê tawanbar kir. Tevgera Talîbanê meha Gulanê dest bi kontrolkirina Efganistanê kir û di 15`ê Tebaxê de dest danî ser paytext Kabulê û di heman rojê de serok Xenî reviya Tacakîstanê.

KURÊ ŞAH MESÛD PÊŞENGTIYA BERXWEDANA LI DIJÎ TALÎBAN DIKE

Dema ku Ehmed Şah Mesûd hate kuştin, kurê wî Ehmed 12 salî bû û xwendina xwe li Îranê biribû serî. Paşê çûbû Brîtanya û di fakulteya leşkerî St. Hearst de xwend, sala 2016`an jî vegeriyabû Efganistanê. Ehmed Şah şerê li dijî Tevgera Talîbanê berdewam kir û li dijî tevgerê alîkarî ji welatên Rojavayî xwest.

Piştî ku Talîban êvara 15`ê Tebaxa 2021`ê Kabul kontrol kir, tevî komeke kesayetên girîng bi balafireke leşkerî çû eyaleta Pencşêr, li ser vê yekê ji hemû berpirsan xwest ku devera çûyê eşkere nekin.

Partiyekî siyasî bi navê "Eniya Berxwedana Nîştimanî" ava kir, li geliyê Pencşêr baregeheke berxwedanê ava kir û bermahiyên hêzên hikumetê û komên mîlîsên din jî tev lê bûn.

19`ê Tebaxa 2021`an, Ehmed Mesûd gotarek di rojnameya Washington Post a Amerîkayê de belav kir û tê de "Berxwedana mucahidan" a li dijî serwerkirina Talîbanê ya ji welêt re ragihand.

Mesûd wiha gotibû: “Îro ez ji geliyê Pencşêrê “Bakur rojhilat” dinivîsim û ez amade me bi cîhadên ku dixwazin careke din li dijî Talîbanê bisekinin, rêya bavê xwe berdewam bikim. Çek û cebilxaneyên me yê ku me ji serdema bavê xwe ve kom kiriye li gel me ne, ji ber ku me dizanî dê ev roj were.”

TALÎBAN ÊRIŞ DIKE Û MESÛD DI BERXWEDANÊ DE ÎSRAR DIKE

li gorî rojnameya “Wall Street Jounal” bi temambûna vekişîna Amerîkayê re, tevgera Talîbanê 3`yê Îlonê êrişî nuqteya dawî kir, da ku bakurê Efganistanê kontrol bike. Bi wê re îhtîmalên lihevkirinekê ya ber bi lihevanîna danûstandinên bi çekdarên muxalif re bi bin ketin.

Dema Talîbanê ragihand ku ketiye herêma Şotol a başûrê Pencşêrê, nuqteyên kontrolê yê li ser rê derbas kir û taxek kontrol kir, piştre jî behsa kontrolkirina herêmê kir û li Kabulê şahî li dar xistin û gule avêtin. Şervanên berxwedanê li herêmê ragihand ku wan êrişên Talîbanê têk birin û ew neçar kirin ku vekişin.

Ehmed Mesûd jî got ku têkoşîna li dijî Tevgera Talîbanê berdewam dike.

Roja şemiyê Mesûd bi Twittekê ragihand ku eniya berxwedanê ya li dijî Talîbanê dê ji xwestekên xwe yê rewa venegere.

/kr/haber/efganistan-dagirkirin-pistevaniyeke-vesart-hilwesandina-mparatoriyan-2-h51120.html

/kr/haber/efganistan-dagirkirin-pistevaniyeke-vesart-hilwesandina-mparatoriyan-1-h51081.html

Sibe: Efganistan vegeriya wekî berê, gelo xelasî li ku ye?

(eh)

ANHA