Gavek ber bi peydakirina derfetên kar ji bo jinên li kampa Girê Spî ve

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî hewl dide derfetên kar ji bo jinên li kampê peyda bike

Gavek ber bi peydakirina derfetên kar ji bo jinên li kampa Girê Spî ve
7 îlon, 2021   14:44
EYN ÎSA

Ji bo ku jinên li kampa koçberên Girê Spî fêrî kar bibin û bikaribin debara xwe bikin, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî beriya 3 mehan ji bo jinên li kampê dewreyeke fêrkirina kardestiyan "Tevn, çêkirina xemlên malan xwarin û kuwefêr" dabû destpêkirin. 20 jin beşdarî dewreyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/09/07/131528_nadyh-alahmd.webp

Nadiya El-Ehmed a ku tev li perwerdeyê bibû got: "Ez kêfxweş in ji ber ku ez fêrî karekî bûm ku dikarim pê debara xwe û malbata xwe pêk bînin, nemaze ku jiyana koçberiyê zehmet e û pişt dagirkirina bajarên me debara jiyana na  ya çndiniyê nema."

/ar/uploads/files/2021/09/07/131544_naryn-abd-alrhmn.webp

Narîn Ebdurehman jî fêrî kuwefêrtiyê bû got: "Niha dikarim projeya xwe ya taybet vekim ku karibim pê malbata xwe xwedî bikin."

/ar/uploads/files/2021/09/07/131603_girespi-jin-28329.webp

Di dawiyê dawiyê de jinên ku beşdarî perwerdeyê bibûn, kardestiyên xwe wekî pêşangeh nîşan dan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iJgknlXVqfU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>