​​​​​​​Di ser revandina Cîhad Hesen re 90 roj derbas bû

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen 90 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

​​​​​​​Di ser revandina Cîhad Hesen re 90 roj derbas bû
7 îlon, 2021   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

(cx)

ANHA