Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir

Li Şehbayê çalakiyên Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan bi beşdariya bi sedan şênî û gelek komên hunerî yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê dest pê kirin.

Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
Li Şehbayê Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan dest pê kir
6 îlon, 2021   19:28
ŞEHBA

Bi diruşma "Çanda resen dengvedana serdemê ye" vê êvarê çalakiyên roja yekemîn ên Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kirin.

/ar/uploads/files/2021/09/06/185813_shyraz-hmw-5b1600x12005d.webp

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şêraz Hemo behsa girîngiya çandê kir û wiha got: "Yê herî pêşîn Tevgera Çand û Hunerê xwe di şoreşa Rojava de îsbat kir û di dirêjahiya salên şoreşê de parastina çandê ji têkçûnê kir."

/ar/uploads/files/2021/09/06/185837_nyrwz-slyman-5b1600x12005d.webp

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Îsmaîl Hiso îşaret bi destpêkirina Mîhrîcana Hawarê kir ku bersiva li dijî dagirkeriyê ye û wiha got: "Em vê mîhrîcanê dest pê dikin ku peyamekê ji dijmin re dişînin ku em hene û ev bersiva me ya li dijî tevahî sûcên li dijî çanda me pêk tê."

Her wiha endama rêveber a Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Newroz Silêman behsa mîhrîcan û merheleya amadekariyê kir û ev tişt got: "Çend meh li ber xwe dan heta mîhrîcan amade bû. Hawayeke coş û hezkirinê hebû ku ev mîhrîcan dest pê bike. Ji ber taybetmendiya wê di kampa koçberan de hat destpêkirin."

Dûvre her du endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê Danîz Îbrahîm û Ehmed Henan ku di Mîhrîcana 2’yemîn a Hawar a 2016’an de bi ser ketine hin stranên folklorîk pêşkêş kirin.

Piştre koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê hin stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin.

Li dawiyê Komîna Sînema ya kantona Efrînê sînevîzyonek li ser amadekariyên mîhîrcanê pêşanda.

Dê sibe beşdaran Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan stranên xwe pêşkêş bikin, her wiha tê payîn mîhrîcan 3 rojan dewam bike.

(fr)

ANHA