Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îzedîn Cûma El-Elî li goristana Şehîdan spart axê.

Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê hate oxirkirin
6 îlon, 2021   17:15
MINBIC

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.

Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/09/06/165513_jyhan-mstfa.webp

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Cîhan Mistefa got: "Ji bo xwîna şehîdan a pak dê erka me ya pêşî parastina welat û gel be. Em nehêlin ku dijmin armancên xwe li herêmê pêk bînin."

/ar/uploads/files/2021/09/06/165544_mhmd-alshykh.webp

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

/ar/uploads/files/2021/09/06/165715_halh-alwan.webp

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Hala Elwan  jî got: "Şehîd ew in ên ku çek rakirin û rêya serkeftin an şehadeta hilbijartin."

/ar/uploads/files/2021/09/06/165529_abd-alltyf-alamr.webp

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê endamê rêveber Ebdulletîf El-Omer jî axivî û behsa nirxên şehîd û şehadetê kir.

/ar/uploads/files/2021/09/06/165606_wrdh-alahmd.webp

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werda El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Îzedîn Cûma El-Elî di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA