Ciwana ku bi kêran êrişê wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Hesekê beriya çend rojan kesên nenas bi kêran êrişî ciwanekê kiribûn û ew birîndar kiribûn, ciwana ku dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Ciwana ku bi kêran êrişê wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
6 îlon, 2021   17:33
HESEKÊ

Jina ciwan Aye El-Hecîc di 1'ê Îlonê de li taxa Mişêrfê ya rojavayê bajarê Hesekê rastî êrişeke bi kêran hatibû.

Kesên nenas li xaniyeke kavilkî bi kêran êrişî Aye El-Hecîc kiribû û wê birîndar kiribûn.

Aye îro li nexweşxaneyên bajar jiyana xwe ji dest da.

ANHA