​​​​​​​Hikumeta Şamê li Helebê 3 sivîlên efrînî revandin

Komeke leşkerên "Ewlekariya dewletê" yên girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Helebê 3 sivîlên efrînî revandin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê li Helebê 3 sivîlên efrînî revandin
6 îlon, 2021   15:00
ŞEHBA

Çavkaniyekê diyar kir ku kesên hatine revandin wan veguhezî Şamê kirin. Navên kesên hatine revandin ev in: Ebdo Kobelak, Ebdulcewad Silêman û Îmad Ebdulcewad Silêman.

Kesên hatine revandin ji gundê Keferşêl a girêdayî navenda bajarê Efrînê ne.

Kesên hatine revandin li taxa Eşrefiyê zêrfiroş in, beriya niha jî ji aliyê endamên şaxên ewlehiyê ve hatine tengavkirin û xwestin pereyan ji wan bistînin.

Li bajarê Helebê gendelî di saziyên hikumeta Sûriyê yê bazirganiyê û pîşesaziyê de berbelav e, her wiha endamên ewlehiyê dem dem dikanên bazirgan û pîşesazan didizin. Li ser vê yekê bazirgan û pîşesaz nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Li Heleb û parêzgehên Sûriyê xwediyên kargehan û şîrketan koçber dibin, ev yek bandorê li aboriya herêmî dike ku berê ji ber ber siyaseta hikumeta Sûriyê hilweşiyaye.

(eh)

ANHA