Dewleta Tirk ji sedî 35 daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî da zanîn ku dewleta Tirk zêdetirî milyonek û 300 hezar donim ji daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin û zêdetirî 11 caran herêmên çiyayî bi çekên kîmyewî bombebaran kirin.

Dewleta Tirk ji sedî 35 daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin
6 îlon, 2021   03:09
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî mirovan dike, di heman demê xwezaya Kurdistanê qir dike. Di dirêjahiya salên borî de bi bihaneya şerê li dijî PKK'ê rûberên fireh ên xwezayê li Başûrê Kurdistanê wêran kirin.

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di hedefkirina sivîl de berdewam e û xwezaya Başûrê Kurdistanê qir bike.

Qeredaxî diyar kir ku li gorî raporan, dewleta Tirk heta vê kêliyê 11 caran çekên qedexekirî bi kar anîn û wiha got: "Dewleta Tirk ne tenê çekên qedexekirî li dijî mirov û gerîlayan bi kar tîne, lê belê jîngeh û tevahî lawirên li wan daristanan dike hedef û xwezayê dikuje."

Qeredaxî da zanîn ku ji 2015’an û heta dawiya 2019’an balafirên dewleta Tirk zêdetirî 698 caran herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, 555 caran jî bi çekên giran û topavêjan topbaran kirin. Her wiha di 2020’an de balafirên dewleta Tirk, topbavêj û çekên giran hezar û 300 car Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.

Têkildarî bandora bombebarana dewleta Tirk li dijî xwezayê Serwer Qeredaxî destnîşan kir ku ji ber bombebaranê ax wêran û qirêj dibe û daristan tên şewitandin, av, kanî û hawa qirêj dibin û tevahî cureyên lawiran jî tên qetilkirin. Qeredaxî wiha pê de çû: "Di encama êrişên dewleta Tirk de rêjeya koçberiya ber bi bajêr ve zêde bû. Her wiha tevahî kesên li wan gundan dijiyan debara xwe bi çandiniyê dikirin."

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî da xuyakirin ku di çend rojên borî de dewleta Tirk zeviyên çandiniyê yên li herêma Pencewên a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û wiha got: "Di encama bombebaranê de rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê û mewsim şewitîn ku cotkaran bi çend mehan li ser xwedîkirina wê westîn û çavkaniya wan a debarê ye."

Qeredaxî eşkere kir ku zêdetirî 2 milyon û 500 hezar donim ji daristanên xwezayî û 30 hezar donim ji daristanên çêkirî hene, lê dewleta Tirk di 10 salên borî de zêdetirî milyonek û 300 hezar donim ji van daristanan şewitandin, anku ji zêdetirî ji sedî 35 ji daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin. Qeredaxî got, hikumeta Başûrê Kurdistanê û endamên parlamentoyê heta vê kêliyê li hember van sûcan bê deng in."

Têkilarî bêdengiya metirsîdar a hikumeta Iraqê Qeredaxî wiha got: "Iraq xwedî serwerî ye û mafên wê heye ku banga hesabxwestina dewleta Tirk bike. Lê cihê şermê ye ku serokê Iraqê yê Kurd e li hember van sûcan bê deng bimîne."

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û tevahî rêxistinên têkildarî parastina jîngehê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku jîngehê biparêze û tevahî cureyên sûcan ên li dijî dar, av û axa Kurdistanê rawestîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xonFsnie41o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>