Jinên Reqayê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi dirûşma “Bi ruhê şehîd Sosin em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê biafirînin” jinên Reqayê xwepêşandanek li dar xist û banga derketina artêşa Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Jinên Reqayê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
2 îlon, 2021   10:09
REQA

Îro, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê xwepêşandanek organîze kir û tê de sûcên dewleta Tirk a dagiker li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Jin li pêşiya Yarîgeha Ewlekariya Hundirîn a li navarasta Reqayê kom bûn. Jinan pankartên “Ka wijdanê navneteweyî li hemberî sûcên Erdogan ên li dijî jinên Rojhilata Navîn”, “Na ji dagirkeriya Tirk li Sûriye, Iraq û Lîbyayê re” rakirin.

Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî a li bajêr ve herikîn. Jinan banga derketina artêşa Tirk a dagirker ji herêmê kir.

Xwepêşandan li Yarîgeha Beledî veguheî mitîngê. Li wê derê bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad Ehmed wiha axivî: “Dewleta Tirk û welatên hevrik şer û fitneyê derdixin da ku armancên xwe pêk bînin. Derdê wan ew e ku herêmên din ên Sûriyê dagir bikin, ew bi xemsarî gelan qir dikin.”

Itîmad wiha dewam kir: “Duh Roja Aştiyê bû, lê belê kanî aştî, kanî mirovahî? Hîna jî jin û zarok tên qetilkirin. Heta ku hin alî çarenûsa me û welatên me diyar bikin, em ê nekarin bi aştî bijîn. Heta ku gelên bindest hebin, aştî ne pêkan e.”

Itîmad di axaftina xwe de bal kişand ser kuştin jinên têkoşer wekî şehîd Sosin, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind, Saide û gelek jinên din ku mohra xwe li dîrokê xistin û dilsoziya xwe bi wan jinan re nîşan da.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêrmîn Mirî wiha axivî: “Em gefên Erdogan yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.”

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan, berxwedana jinan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gx6GAA1US1g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>