Li Derayê hemwextî agirbestê aramî serwer e

Agirbesta li Derayê di roja duyemîn de dewam dike û li bajêr aramî serwer e.

Li Derayê hemwextî agirbestê aramî serwer e
2 îlon, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku agirbesta li Derayê di roja duyemîn de dewam dike û li bajêr aramî serwer e. Di heman demê de pêkanîna bendên peymanê, dewam dike.

Çareserkirina rewşên kesên ji Derayê yên ji aliyê rejîmê ve tên xwestin, dewam dike. Çav li rê ye ku nuqteyên leşkerî yên girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Lîwaya 8`an a alîgira Rûsyayê li herêmê bên avakirin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li Dera El-Beled rewşa 33 çekdarên xwecih û hin kesên din hatiye çareserkirin û tê pêşbînkirin ku bendên peymanê yek bi yek bên pêkanîn.

(cx)