Ilyas Seydo: Êrişa li dijî kampa Qadiya plankirî bû

Ilyas Seydo piştrast kir ku êrişa li dijî koçberên êzidî yên li kampa Qadiya plankirî bû û got “Ev êriş bi rêya hevkarên dewleta Tirk a dagirker pêk hat.”

Ilyas Seydo: Êrişa li dijî kampa Qadiya plankirî bû
2 îlon, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN  

30`yê Tebaxê êrişek li dijî kampa Qadiya ya li herêma Zaxo ku koçberên êzidî tê de ne, pêk hat û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Mala êzidiyan Ilyas Seydo êrişa li dijî kampa Qadiya şermezar kir û îdiayên PDK`ê red kirin û got: “Diyar e ka kê ev êriş pêk aniye. Ev êriş berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê êzidî ye.”

Ilyas Seydo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan û got: “Beriya demekê yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen kir hedef. Piştre bi rojekê nexweşxaneya gundê Sikeniyê bombebaran kir û di encamê de gelek ciwanên gelê me şehîd bûn. Beriya wan her du êrişan jî fermandar Mam Zekî û Zeredeşt Şengalî hatin hedefgirtin.”

Seydo piştrast kir ku komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan berdewam in û wiha domand: “Êrişa li dijî kampa Qadiya bi rêya hevkarên dewleta Tirk a dagirker pêk hat ku her tim hebûna civaka êzidî dike hedef.”

Seydo îşaret bi daxuyaniyên rêveberên PDK`ê kir û got: “Piştî êrişê û heta beriya destpêkirina lêpirsînan rayedarên PDK`ê, PKK bi pêkanîna êrişê tawanbar kir. Ev îsbat dike ku êriş plankirî bû. Armanc jî rêgirtina li pêşiya êzidiyan e ku venegerin Şengalê.”

Seydo wiha dewam kir: “Piştî êrişa li dijî kampa Qadiya, kesek bi navê Mihemed Xelîl ku berê dema êrişên DAIŞ`ê li dijî Şengalê yên 3`yê Tebaxa 2014`an qeymeqamê Şengalê bû û şêniyên Şengalê bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin û tevî pêşmergeyên PDK`ê reviya, li ser çapemeniya Başûrê Kurdistanê îdia kir ku li cihê bûyerê bû. Lê xelkê Şengalê wî qebûl nake, ji ber wê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye.”

'YÊN KU PARASTINA ÊZIDIYAN KIR GERÎLAYÊN PKK`Ê BÛN'

Ilyas Seydo diyar kir ku kesê bi navê Mihemed Xelîl piştî bombebaranê serdana kampa Qadiya kir û daxuyaniyên derew dan û wiha domand: "Tevahî cîhan dizane ku yên parastina êzidiyan kir û parastina bi hezeran zarok, jin û mêrên êzidî û çiyayên Şengalê kir, gerîlayên PKK`ê bûn. Her wiha PKK`ê şerê DAIŞ`ê kir û Şengal jî rizgar kir."

Ilyas Seydo piştast kir ku kesên daxuyaniyên derew der barê PKK`ê de dikin, xizmeta dijminê gelê Kurd û doza wan dikin û wiha dewam kir: "Îdia dikin ku PKK nahêle koçberên êzidî vegerin cihê xwe, lê di rastiyê de yên ku naxwazin koçberên êzidî vegerin, ew in ên ku êrişan li dijî êzidiyan pêk tînin û dixwazin sûdê ji dengê êzidiyan di hilbijartinan de bigirin. Her wiha alîkariyên navneteweyî bi navê gelê êzidî digirin, dixwazin îradeya êzidiyan têk bibin û dixwazin civaka êzidî bê parastin bimîne."

Ilyas Seydo behsa sûcên ku dewleta Tirk li dijî civaka êzidî pêk tîne û bêdengiya PDK`ê der barê sûcan de kir û ev tişt got: "Civaka Êzid rastî êrişên dewleta Tirk tê û PDK`ê di vê der barê de bêdeng e."

'DAXUYANIYÊN KCK`Ê CIHÊ SERFIRAZIYÊ NE'

Ilyas Seydo di axaftina xwe de beha daxuyaniyên KCK`ê yên der barê êzidiyan de kir û ev tişt anî ziman: "Di demên dawîn de gelek daxuyanî ji aliyê KCK`ê ve derketin û KCK`ê piştrast kir ew destekê dide civaka êzidî û vegera êzidiyan li Şengalê. Ev cihê serfiraziyê ye."

Seydo anî ziman ku êrişên li dijî civaka êzidî didomin, armanca wê ew e ku civaka êzidî ya xwe piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi rêxistin kiriye, têk bibe.

Seydo destnîşan kir ku piştî fermana 73`yan civaka êzidî baş nas kir kî dijmin û kî hevalê wî ye, ji ber wê jî sîstema xwe ji hemû aliyan de di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ava kir, ev jî ne li gorî xwesteka dewleta Tirk bû, ji ber vê yekê jî êrişî civaka êzidî dike û ev tişt got: "Êrişên li dijî êzidîyan di kampa Qadiyayê de dê ne ya dawî bin. Ji ber armanca dijmin ku civaka êzidî, qir bike."

Ilyas Seydo di dawiyê de bang li hemû gelê Kurd û civaka êzidî kir ku li derdora civaka êzidî li Şengalê û rêveberiya wê ya xweser kom bibin, destekê bidin şervanên YBŞ`ê û HPG`ê ku bersiva êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, didin.

(şx-bx)

ANHA