Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Tebaxê ve asta êrişên xwe yên li dijî Til Temirê wê zêde dike. Ajansa me bîlançoya êrişan û zirarên ku gihaştine milkên sivîlan amade kir.

Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Til Temirê
31 tebax, 2021   23:38
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de asta êrişên xwe yên li dijî gundewarê navçeya Til Temirê zêde kirin. Rojane gundên sivîl lê dimînin ji sê eniyan ve kirin hedef. Di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd bûn,her wiha zirarên mezin gihaştin milkên sivîlan. Di vî warî de ajansa me raporeke berfireh têkildarî êrişan dagirkeran û encamên wê yên meha Tebaxê li dijî navçeya Til Temirê amade kir.

2`yê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê kirin hedef. Destpêkê gundê Derdara yê bakurê navçeyê ku li ser rêya navçeya Zirganê topbaran kir piştre qada topbaranê fireh kir û eniyan rojhilat, bakur û rojava topbaran kirin. Her wiha di vê mehê de du caran eniyê başûr kir hedef. Gundên Til Şimêran ê asûrê û gundê Til Hefyan an jî gundê Esfûriye yê li ser rêya Hesekê topbaran kirin.

Di wê navberê de asta êrişên li dijî gundê Derdara zêde kir. Ji ber ku ev gund stratejîk e û li ser rêya M4 e her wiha ji ber ku di navbera Zirgan û Til Temirê de ye.

Di heman demê de gundên Til Şinan, El-Ebûş, El-Şêx Elî, Um El-Kêf, Til Cuma, Til Kirih Bêt, Til Tawîl, Tawîlê, Um El-Xêr, Gozeliyê, Til El-Leben, Til Şimêran, Til Hefyan (Esfûriye), rêya M4 a di navbera Til Temir û Zirganê bi dijwarî topbaran kirin. Li rex wê jî dagirkera Tirk holeke şahiyan û kargeheke çîmento kirin hedef.

Topbarana li dijî gundên navçeya Til Temirê berdewam e.

19`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker bi dronekê navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed),  ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Peywan Remedan (Egîd Girkê Legê), şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El-Xerze (Rûbar Hesekê) û Seyfullah Ehmed (Seyfullah Ehmed) gihiştin asta şehadetê.

BERSIVANDINA ÊRIŞAN

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan û zirarên mezin gihandin çeteyan.

Her sê hêzan bi rêya daxuyaniyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştrast kirin ku ew ê herêmê biparêzin û bi xurtî bersiva êrişan bidin.

BIRÎNDARÎ

Ji ber topbaran û êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Til Temirê di mehekê de 5 sivîl birîndar bûn di nav de zarok hene.

2`yê Tebaxê di encama topbarana li ser hola El-Selam a şahiyan a li ser rêya Til Temir û Qamişloyê de jina bi navê Eyşe El-Hesen (40) û kurê wê bi navê Hisên Salim (4) birîndar bûn.

15`ê Tebaxê li gundê Til Şinan ê asûriyan jina bi navê Meryem Hemdo Şêx Salih birîndar bû.

23`yê Tebaxê li gundê Derdara jina ciwan a bi navê Emîne Xidir El-Faris (21) û xizmê wê Xidir Îbrahîm El-Faris (30) birîndar bûn.

Di êrişên li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê de li gundên Til Tawîl, Til Cuma û Um El-Kêf 4 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

ZIRARÊN TOPBARANÊ

Li hemû gundên ku hatine hedefkirin, zirarên mezin ên madî çêbûn. Ajansa me di raporên xwe de asta wêraniya ku ji ber topbaranê gihaştiye malên sivîlan, perestgehan, binesaziyê, avahiyên stratejîk mîna bircên kehrebeyê, stasyona veguhestina kehrebeyê ya li bakurê navçeyê belge kirin..

Her wiha dagirkeriya Tirk Navenda Meclisa Herêmî ya Qibûr Qeraçne ya li gundê Derdara topbaran kir û zirarên mezin gihand wê.

HÊZÊN GARANTOR Û HELWESTÊN WÊ

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Temirê hêzên Rûsya ku li herêmê hêzeke garantor e, bêdeng ma. Şêniyên herêmê bi çalakiyan li pêşiya navenda Rûsyayê ya li gundê El-Hemra yê li ser rêyê Serêkaniyê û Zirganê yê bakurê navçeyê, nerazîbûnên xwe li hemberî vê helwestê nîşan dan.

(şx)

ANHA