​​​​​​​Di Roja Aştiyê ya Cîhanî de..dewleta Tirk gefan li aştiya herêmê dixwe

Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike, dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di oxira pêkanîna aştiyê li cîhanê de canê xwe dikin gorî û çeteyên DAIŞ'ê têk birin, dike hedef.

​​​​​​​Di Roja Aştiyê ya Cîhanî de..dewleta Tirk gefan li aştiya herêmê dixwe
1 îlon, 2021   01:50
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Tevî komkujiyên ku rojane li ser rûyê erdê têne kirin, civaka navneteweyî gelên ku dixwazin aramî û aştiyê pêk bînin, dixapîne. Berdêlên ku dane bi rêya pîrozkirina wê li ser hesabê êş û xwîna şehîdên wê, înkar dike.

Ji herêmên ku bi hezeran şehîd dane da ku cîhan bi aştî bijî, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Zarokên vê herêmê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê ku mezintirîn rêxistina terorîst di serdema nûjen de sekinîn û bi hezaran şehîdan dan.

 ‘HEGER SERKÊŞÊ TERORÊ LI TIRKIYÊ SERBEST BE, AŞTÎ DÊ LI CÎHANÊ TUNE BE‘

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kir. Di kêmî mehekê de zêdetirî 3 caran bi balafirên xwe yên keşfê erebeyên sivîlan bombebaran kir, di 22`ê Tebaxa borî de jî navenda birîndarên şer a li bajarê Qamişlo bombebaran kir. 

/kr/uploads/files/2021/08/31/190911_-.webp

Yek ji birîndarên şer ku li hember çeteyên DAIŞ`ê efsaneyên rûmet û lehengiyê meşend, Mihemed Şikrê bi nasnav Botan Kobanê ye. Botan Kobanê yê ji bajarê Kobanê ji ANHA`yê re wiha got: "Cîhan behsa kîjan aştiyê dike û serkêşê terorê li Tirkiyê serbest e. Kîjan aştiyê pîroz dikin û topên dewleta Tirk li herêmên me bi ser sivîlan de dibarin bêyî ku cûdahiyê têxin navbera temen mezin û zarokan. Hevalên me yên birîndarên şer li bajarê Qamişlo bombebaran kir."

Mihemed Şikrî wiha domand: "Peyama ji cîhanê re ku heger dewleta Tirk a dagirker serbest bimîne bêyî ku hesab jê were xwestin, dê aştî li ser rûyê erdê pêk neyê. Ez du caran di şer birîndar bûm da ku gelê min bi aştî bijî. Heger were xwestin ez ê careke din têkevim xendeqên berxwedanê. Em ji civaka navneteweyî dixwazim ku hesabên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin. Ji ber terora rast dewleta Tirk birêve dibe û ew jî hevalbenda wê ne."

Mihemed Şikrî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me DAIŞ`ê têk bir da ku cîhan bi aştî bijî. Xelata civaka navneteweyî ji me re ku derfet da dewleta Tirk da ku herêmên me dagir bike û malên me topbaran bike. Ev jî diyar dike ku em bi durûtiya civakeke navneteweyî re rû bi rû ne ku berjewendiyên xwe di ser aştiyê re girtîngtir dibîne."

 ‘HEVGIRTINA ME JI ME RE AŞTÎ YE‘

Bomebebarana dewleat Tirk li dijî navenda birîndarên şer a bajarê Qamişlo sînordar nema, lê rojane malên sivîln û kampên koçberan li Eyn Îsayê dike hedef da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.

/kr/uploads/files/2021/08/31/190851_-.webp

Welatiyê bi navê Fewaz El-Elî ku yek ji koçberên kantona Girê Spî ye got, roja ku bi navê Roja Aştiyê ya Cîhanî tê naskirin li herêmê me tune ye û wiha domand: " Ji ber ku dewlên ku bi navê aştî an jî garantorên parastina gel ji êrişên Tirkiyê destwerdanê li kar û barên gel dikin berjewendiyên xwe esas digirin û derfet dan Tirkiyê da ku herêmên me dagir bike û terorê lê belav bike, şêniyên wê koçber bike û demgorafiya herêmên me biguhere.

Kuştin, koçberkirin, revandin û gelek sûcên ku nayên hejmartin rojane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêmên ku dagir kirine li dijî sivîlan tê kirin. Ev jî di dema ku cîhan ji bo aştiyê pîrozbahiyan lidar dixe. Em di çadirên rizyayî de dijîn. Çete di malên me yên dagirkirî de ne. Em bi hêvî ne ku civata navneteweyî biryarên xwe di ber çavan re derbas bike û bi çavê mirovahiyê ne bi çavê berjewendiyê li me binihêre."

Fewaz El-Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Endama NATO`yê dewleta Tirk malên me topbaran dike, terorê ava dike û ber bi cîhanê ve dişîne. Tevlîheviyê di nava gelên herêmê de derdixe. Civaka navneteweyî jî berdêlê ku gelê herêmê daye ji ber berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re ji bîr dike. Yekane rê li pêşiya gelê herêmê hevgirtine. Ji ber hevgirtina me ji me re aştî ye."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YCZppepgqEc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>