Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê Dera El-Beled kontrol kir

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, dan û standinên Amerîka-Îsraîlê yên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê û aloziya bendava Nehdayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê Dera El-Beled kontrol kir
28 tebax, 2021   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIKUMETA ŞAMÊ DERGÛŞA ŞOREŞA SÛRIYÊ DERA KONTROL KIR’

Rojnameya El-Ereb vê sibê têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Ji bo rêgirtina li pêşiya şerekî li ser sînorên stratejîk bi Urdunê re, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li parêzgeha Derayê li gorî lihevkirina bi navbeynkariya Rûsyayê, ji Derayê derketin.

Rûsyayê lihevkirinek ferz kir ku rê dide hêzên hikumeta Şamê ku Dera El-Beled kontrol bikin û korîdoreke ewlehiyê peyda kir ku çekdarên opozîsyonê jê derkevin û biçin herêmên opozîsyonê yên li bakurê rojavayê Sûriyê.

Li gorî çavdêran ev lihevkirin derbeyeke dijwar a li dijî opozîsyona çekdar a li Derayê bû ku dergûşa xwepêşendanên ku beriya 10 salan li dijî hikumeta Şamê derketin.

Bi kontrolkirina Dera ji aliyê hikumeta Şamê ve, tenê li bajarokê Tefes ê gundewarên rojava û Busra El-Şam û derdora wê herêmên nakok hene.

Tunebûna hêza garantor Rûsyayê di şerên li parêzgeha Derayê de rê li pêşiya hikumeta Şamê vekir ku parêzgehê kontrol bike. Li gorî çavdêran, bê erêkirina Rûsyayê ne pêkan e ku hikumeta Şamê şerekî li dijî parêzgehê pêk bîne.

Moskov sala 2018`an dabîn garantî dabû Îsraîl û Washingtonê ku ew rê nade ku milîsên Îranê hegemoya xwe li vê herêma stratejîk fireh bikin. Ji destpêka şerê li Dera El-Beled opozîsyon hişyar dide ku hegemonya Îranê li başûrê Sûriyê fireh dibe û milîsên girêdayî wê li dora bajêr in.

Milîsên Îranê bi rêya Firqeya 4`an ku birayê serokê Sûriyê Mahir El-Esed bi rêve dibe, li başûrê Sûriyê belav dibe. Ev jî ji bo Urdunê metirsî çêdikin.

Lêkolîner û akademsiyanên urdunî bang li Emanê kir ku ji hebûna milîsên Îranê ya li ser sînorên di navbera Urdun û Sûriyê de baldar be.

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Urdunê Mihemed Misalhe got lihevkirina li Derayê ya sala 2018`an ku bi erêkirina Rûsyayê pêk hatibû, armanca wê ew bû ku rê li pêşiya gefa Îranê ya li ser ewlehiya neteweyî ya Urdunê bigire.”

‘BIDEN JI BENNETT RE PÊŞNIYARA VEBIJÊRKÊN DIN LI DIJÎ ÎRANÊ KIR’

Têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: ”Serokê Amerîkayê Joe Biden, serokwezîrê Îsraîlê di hevdtîna li Koşka Spî de ku duh li dar ket, agahdar kir ku  ew rê nade ku di serdema wî de Îran bibe dewleteke nukleer.

Biden destnîşan kir ku ew ji bo vê armancê rêbazên dîplomatî bi kar tîne. Heke bi bin ketin dê rêbazên din bi kar bîne. Bennett spasiya Biden kir ji ber vê mijarê û ji ber desteka ku Amerîkayê ji Îsraîlê re pêşkêş dike da ku hebûna xwe biparêze. Bennett piştrast kir ku ew dixwaze têkiliyên xurt û koordîneyî li ser bingeha baweriya di navbera her du aliyan de ava bike. Berovajî serokwezîrê berê Benjamin Netanyahu ku têkiliyên wî bi Biden û rêveberiya wî re bi nakok bûn."  

‘BENDAVA NEHDAYÊ DOZEKE GIRÊK E KU LI BENDA SERKETINA XEBATÊN NAVBEYNKARIYÊ YE’

Der barê aloziya bendava Nehdayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî : “Tunis hewl dide pêşniyarekê pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê bike ku bang li Sûdan, Misir û Etiyopyayê bike da ku dan û standinan ji nû ve berdewam bikin. Lê Etiyopya bang li balyozên dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Adîs Ababa kir ku pêşniyara Tunisê red bikin. Lê Meclisa Ewlehiyê beriya du mehan li hev civiya û ev doz veguhest Yekitiya Afrîkayê.

Pirsporan diyar kir ku ne pêkan e ev mijar dîsa li Meclisa Ewlehiyê were nîqaşkirin.”

(şx)