Li Xezayê 7 jinên ciwan ên necar

Di kargeheke biçûk de li gundê Um El-Nesir ê li bakurê rojhilatê Xezayê 7 jinên ciwan kar dikin. Di vê kargeha biçûk de jinên ciwan hişmendiya civakê ku pîşeya necariyê tenê ya mêran e, şikand, bi taybet li gel zêdebûna rêjeya bêkarî û xizaniyê li Xezayê.

Li Xezayê 7 jinên ciwan ên necar
28 tebax, 2021   06:23
XEZA-OMER MUSA

Sibehan her roj komeke jinên ciwan ên filistînî di kargeheke biçûk de li gundê Um El-Nesir ê rojhilatê Xezayê kom dibin û plana kar datînin. Piştre her yek dest bi karê xwe dike. Di dawiya rojê de her parçeyek text dibe pêlîstok û sindoqên cihêreng.

Heta demeke nêz ev cure kar li gundekî ku bi parastina kevneşopan tê naskirin, ji bo jinên gund xem bû. Lê piştre êdî bû rastiyek mîna ku Lubna Siwêrkî ji ajansa me re got: “Me bawer nedikir ku rojekê karê necariyê bikin. Lê pîşeyeke gelekî xweş e.”

Lubnaya (27) got ew berê bêkar bû û nedikarî debara malbata xwe peyda bike lê piştî dewreya perwerdeyê ku tê re derbas bûye, êdî di pîşeya necariyê de bûye pispor. Lubnaya wiha domand: “Ji ber kevneşopan ez difikirîm ku ev pîşe tenê ya mêran e.”

Di kargehê de pêlîstokên perwerde û hîndekariyê yên zarokan bi taybet ên kesên astengdar, tablo û sindoqên ji bo çandiniyê tên çêkirin.

Koordînatora kargehê ya Kooperatîfa Zîne Xedîr Tayê got: “7 jinên ciwan bi vîneke mezin di kargehê de kar dikin. Ev kargeh ji bo wan bûye jêdara quta jiyanê. Berhemên ku çêdikin di nava sûkên herêmî yên Xeza û Dîfa Xerbiyê û sûcên derve de tên frotin. Piştî ku gelek saziyên herêmî daxwaza van berheman kir, me kargeh mezin kir.”

Xedîr diyar kir ku civak hîna bi awayekî neyînî li karê wan dinêre û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Em guh nadin van nêrînên wêranker. Em ê karê xwe temam bikin, ji ber ku em jê hez dikin.”

Ji 2006`an ve Îsraîlê dorpêçeke giran li ser Xezayê ferz kiriye. 4 caran şer li Xezayê rû da û bi dehan caran Xeza hate topbarankirin. Vê yekê bi awayekî neyînî bandor li hemû warên jiyanê yên li Xezayê kir. Êdî aloziyên jiyanî, aborî û mirovî yên girêk tê de çêbûn.

Li ser asta cîhanê Xeza ji herêmên herî zêde qerebalix e. Zêdetirî 2 milyon kes di rûberekê de ku 360 kîlomtre çargoşe ye, dijîn. Ji sedî 80 ji niştecihên Xezayê di bin rêjeya xizaniyê de ne.

Li gorî daneyên Navenda Serjimariyê ya Filistînê rêjeyên bêkariyê û xizaniyê li Xezayê di çend mehên dawîn de zêde bû û gihaşt ji sedî 89. Li Filistînê ev rêjeya herî bilind e, bi taybet piştî şerê dawî ku li ser tevahiya astan encamên neyînî bi xwe re anîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/moFHTzQDOfg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>