Li Tebqa turnoveya melevaniyê

Yekitiya Werzîşê ya Tebqa turnoveya melevanî û xetisê organîze dike. Ev turnover ya yekemîn e ku li herêmê tê organîzekirin.

Li Tebqa turnoveya melevaniyê
Li Tebqa turnoveya melevaniyê
Li Tebqa turnoveya melevaniyê
Li Tebqa turnoveya melevaniyê
27 tebax, 2021   14:39
TEBQA

Yekitiya Werzîşê ya Tebqa turnoveya melevaniyê li melevangeha Endelos a li naverasta bajarê Tebqa orgenîze kir. Ev turonve ya yekemîn e li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

60 lîstikvan ji temen cuda beşdarî turnoveyê bûn. Ji bo çavdêriya turnoveyê, ji endamên Yekitiya Werzîşê û gelek  rahênan û pisporên  melevaniyê yê li bajêr komîteyek hate avakirin.

/ar/uploads/files/2021/08/27/132606_mhran-alaly.webp

Endamê Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Mehran El-Elî got, armanca ji lidarxistina turnoveyê ew e ku melevaniyê li bajarê Tebqayê aktîf bibe û melevanan di Yekitiya Werzîşê de werin birêxistinkirin.

Beriya turnove dest pê bike, melevanên beşdar li gorî temenan di nava koman de hatin belavkirin.

Turonve bi pêşbaziya melevaniya azad a bi dirêjahiya 40 metreyan dest pê kir. Piştre 6 melevan ku li  gorî pîvan û qanên taybet bi pêşbaziya melevaniyê melevanî kirin, hatin hilbijartin.

Têkildarî werzîşa xetisê (binavbûn) 6 lîstikvan beşdar bûn. Piştre ji aliyê komîteyê ve hatin nrixandin.

Di dawiya pêşbaziyê komîteyê navên beşdarên serkeftî ragihandin û ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê û endamên Yekitiya Werzîşê ya bajarê Tebqayê ve hatin xelatkirin.

(eh)

ANHA