Washington Post: Amerîka li hemberî êrişên muhtemel ên li Kabulê  xwe amade dike

Hate ragihandin ku hêzên Amerîka li hemberî êrişên din ên muhtemel li Kabulê xwe amade dike û hate gotin ku dibe ev êriş bi rêya erebeyên bomebebarkirî an jî avêtina moşekan li balafirgeha Kabulê be.

Washington Post: Amerîka li hemberî êrişên muhtemel ên li Kabulê  xwe amade dike
27 tebax, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post a amerîkî  got, hêzên Amerîkayê xwe li hemerî êrişên din ên muhtemel a çeteyên DAIŞ'ê li Kabulê  xwe amade dike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji hêzên amerîkî wergirtiye, diyar kir ku dibe êriş bi rêya erebeyên bomebebarkirî û avêtina moşekan li balafirgeha Kabulê be.

Piştî du êrişên xwekujî yên li balafirgeha Kabulê, xebatên derketina ji Efganistanê îro bi lez dewam kir.

DYA'yê dibêje, dibe ku beriya dema dawî ya derketina hêzên biyanî hewldanên din ên êrişan pêk werin.