ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin

ANHA’yê zirarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi mal û milkên sivîlên li gundê Derdara yê Til Temirê û cihên olî kirine, şopandin.

ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
ANHA zirarên topbaranên dagirkeriyê li gundê Derdara şopandin
25 tebax, 2021   15:02
HESEKÊ-DIYAR EHMED

ANHA’yê serdana gundê Derdara yê li bakurê navçeya Til Temirê ya bi 4 kîlometre li ser rêya navçeya Zirganê ye kir û rewşa gund piştî çend rojan ji êrişên dijwar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şopand.

Bi serdanê re hat eşkerekirin ku piranî malên şêniyên gund, mizgef û perestgeha li gundê zirar dîtine û hatin wêrankirin.

Ajansa me nêrînên gelek şêniyên gund têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên rojane girtin.

/ar/uploads/files/2021/08/25/142029_til-temir-encamen-toparan-28429.webp

Girêdayî vê yekê Silêman El-Ebdullah ê ji gundê Derdara wiha got: "Ji nêzî 20 rojane hema bêje rojane gund ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Lê ji bo parastina zarokên xwe me di dema topbaranê de em ji mal derdikevin û dema rewş hinekî hêdî dibe em dîsa vedigerin."

El-Ebdullah wiha domand: "Hema bêje gund hatiye wêrankirin, di gund de gelek parçeyên mûşekan hene, her wiha mizgefa gundê hat topbarankirin."

El-Ebdullah wiha anî ziman: "Em li malên xwe ne û ji gundê xwe koçber nabin, lê belê tenê di dema êrişan de em ji mal derdikevin, da ku zarokên xwe biparêzin."

‛HEKE EM LI GUND BÛNA WÊ DEMÊ DÊ KOMKUJÎ ÇÊBÛBA’

/ar/uploads/files/2021/08/25/142103_til-temir-encamen-toparan-281129.webp

Li aliyekî din jî Fikriye Îsmaîl a ji şêniya gund hin hûrgiliyên topbarana dawî eşkere kirin û wiha got: "Duh dagirkeriyê bi zêdetirî 40 mûşekan gund topbaran kir. Lê di wê demê de em ne li gund bûn, heke em li gund bûna dê komkujî çêbûba."

Fikriye Îsmaîl wiha li gotina xwe zêde kir: "Em di saetên êvarê de ji malbatên xwe derdikevin û bi roj vedigerin. Em bi xaka xwe ve girêdayî ne û ji bilî mala xwe li tu deverê venahesin."

Fikriye Îsmaîl behsa dema gund tê armanckirin, kir û wiha anî ziman: "Beriya çend rojan keç û xortek di encama topbarana bêserûber de birîndar bûn."

Fikriye Îsmaîl destnîşan kir ku rewşa wan pir dijwar e û êdî nizanin çawa roja xwe derbas dikin û hin caran mirina xwe dixwazin da ku ji vê rewşê vehesin.

Fikriye Îsmaîl da zanîn ku hin gotegot hene ku di gundê Derdara de şênî tune ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tevî êrişên dawî yên li dijî gund, lê şêniyên wê tê de ne. Ji ber em xwediyê vê xakê ne û dê li ser vê xakê jî bimirin."

(fr)

ANHA