Danûstandinên rûsî-çînî têkildarî rewşa Efganistanê

Her du serokên rûsî-çînî bi rêya telefonê li ser rewşa Efganistanê nîqaş kirin, her wiha li aliyekî din jî tevgera Talîbanê da zanîn ku ew ê di demeke nêzî de peymaneke aştiyê bi wîlayeta Panjshir re çêke.

Danûstandinên rûsî-çînî têkildarî rewşa Efganistanê
25 tebax, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Çîn Xi Jinping bi rêya telefonê mijarên navneteweyî û dualî nîqaş kirin, di serî de rewş û pêşdeçûnên li Efganistanê.

Ajansa Xinhua ya çînî da zanîn ku Xi Jinping bi rêya telefonê da zanîn ku Pekîn ji bo geşkirina têkilî û hevkariya bi Rûsya û civaka navneteweyî re têkildarî dosyaya Efganistanê amade ye.

Xinhua daxuyand ku Xi Jinping destnîşan kir ku divê hevkariya di navbera Çîn û Rûsyayê de li hember destwerdanên derve were xurtkirin, ew jî ji bo hevkariya stratejiya giştî ya ji bo serdema nû ye.

Li aliyekî din jî berdevkê Talîbanê Zebîhellah Mucahid li ser rewşa li wîlayeta Panjshirê ji kanala Shamshad Newsê re axivî ku têkiliya Talîbanê bi welatiyên li Panjshirê re heye.

Zehîhellah anî ziman ku dê ev diyalog di demeke nêz de bêyî şer pirsgirêkê çareser bikin û ji sedî 80 bêyî şer dê pirsgirêk werin çareserkirin. Li gorî van daneyan dê lihevkirineke aştiyane di demeke nêz de pêk were.

(fr)