Beşa yekem a çekdarên Derayê gihaşt herêmên dagirkirî 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye îro ragihand ku beşa yekem a çekdarên Derayê yên ku red kir bi hikumeta Şamê re peymanê îmze bikin, gihaşt nêzî bajarê Babê yê dagirkirî.

Beşa yekem a çekdarên Derayê gihaşt herêmên dagirkirî 
25 tebax, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) derdora 8 otobusên ku çekdarên ji Derayê tê de bûn, gihaştin dergehê Ebû Zindîn a nêzî bajarê Babê. Her wiha hikumeta Şamê û Rûsya xwe amade dikin da ku îro beşa duyem a çekdaran ji Derayê derxin.

Şêniyên bajarên Newa û Tefes ên rojavayê Derayê, li dijî hêzên hikumeta Şamê derketin xwepêşandanê û piştgirî da Dera El-Beled.

Li gorî hevpeymanê Feyleqa 5`an û ya 8`an a girêdayî Rûsyayê tevî polîsên leşkerî yên Rûsyayê dê bikevin taxên dorpêçkirî yên Dera El-Beled.

(dm)