' Ji her kesî tê xwestin ku li hemberî êrişên deweleta Tirk çekê rakin'

Siyasetmedaran bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji komployên dewleta Tirk hişyar bin û got, tecrubeyên berê yên ku herêm tê re derbas bûne, îsbat kir ku gel dikare herêmê biparêze.

' Ji her kesî tê xwestin ku li hemberî êrişên deweleta Tirk çekê rakin'
25 tebax, 2021   07:31
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Hêzên dewleta Tirk a dagirker di dema borî de êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Dagirkeran bi awayekî bêserûber jîngehan dikin hedef, armanc jî ew e ku herêmê vala bikin.

Siyasetmedaran destnîşan kir ku ev pêvajo gelek xeter e ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan Rêveberiya Xweser têk bibe. Siyasetmedaran bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac got, êriş û tevgerên provakatîf ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne nû ne, lê belê bi awayekî domdar li herêmên ku dagir kirine mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare dibin.

'DIVÊ RÛSYA Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ HELWESTÊN XWE DIYAR BIKIN'

El-Selac bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî kir ku helwestên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma herî ewle li Sûriyê diyar bikin û got, ev herêm yekitî û aştiya xwecihî û ya nîştimanî parast û hemû pêkhate bi hev re li dijî êrişên terorîst li ber xwe didin.

El-Selac diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike, zêdekirina êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê îsbat dike.

El-Selac bang li pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan kir ku ji xeteriya vê pêvajoyê baldar bin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Li gorî El-Selac tecrubeyên berê îsbat kir ku tenê gel dikare herêma xwe biparêze.

'DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk Kovan Keno jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe qanûnên navneteweyî bin pê dike û bêdengiya herêmî û ya navneteweyî ya li hemberî hedefgirtina sivîlan helwesta wan a  ji van êrişan piştrast dike.

Keno bang li gelê Kurd kir ku li hemberî komployan bibe yek.

'JI ME HEMÛYAN TÊ XWESTIN LI REX HÊZÊN LEŞKERÎ ÇEKÊ RAKIN'

Kovan Keno daxuyand ku pêvajoya heyî gelek xeter e û divê gel piştgiriyê bide hêzên xwe yên leşkerî û pişta xwe nede hêzên derve. Her wiha îşaret pê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê seferberî were ragihandin û  amadekarî were kirin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk Kovan Keno bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku heke dewleta Tirk derbasî herêmê bibe çek rakin û li rex YPG, YPJ û QSD'ê bin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ypfqzdtzAUc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>