Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan dide

Şervanên Meclisa Leşkeîr ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran ên li ser gundê Til Cumanê didin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan dide
24 tebax, 2021   16:54
HESEKÊ

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêdera topbaranê ya li gundê Ezîzayê didin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha li gundê Ezîzayê, guned Til Cuma yê Asûryan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî dane nûçegihanê me, kuştî û birîndarên leşkerên Tirk û çeteyên wan hene.

ANHA