​​​​​​​Malbatên gerîla: Divê PDK’ê dev ji hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk berde

Malbatên gerîla tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û da zanîn ku ev tevkarî ji bilî şerê navxweyî tiştekî din bi xwe re nine. Malbatên gerîlayan bang li gelê Kurd kir ku li hember planên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

​​​​​​​Malbatên gerîla: Divê PDK’ê dev ji hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk berde
25 tebax, 2021   01:55
HELEB

Dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne. Li beramber van êrişan gerîla berxwedaneke bêhempa raber dikin. Dewleta Tirk a li hemberî vê berxwedaniyê têk diçe PDK'ê ji bo derxistina şerê navxweyî û pêkanîna planên xwe bi kar tîne.

Beriya du rojan, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan da zanîn ku dê gerîla asta operasyonên xwe berfireh bikin û wiha got: "Bêguman eger PDK’ê bi rengekî neyînî hîn jî tev negere, gerîla dikar êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê têk bibe. lê li beramber neberpirsiyatiya PDK’ê hîna xeterî û gefan li wê eniyê hene." 

‛DIVÊ KURD YEKITIYA XWE AVE BIKIN NE ŞERÊ HEV DU BIKIN’

/kr/uploads/files/2021/08/24/191158_-.webp

Bavê du gerîlayên HPG’ê yek şehîd Rojhat û ya din Dilbihar e, Mihemed Elî Xelo êrişên dagirekriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got, dewleta Tirk piştî ku planên wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bin ketin, di şerê li dijî HPG’ê de bi PDK’ê re tevkariyê dike da ku fîtneyê di nava kurdan de derxe.

Xelo bang li PDK’ê ku ji êrişên xwe yên li dijî HPG’ê bi dawî bike û bi bîr xist ku PDK’ê gerîla şehîd xistin û komek ji gerîla revandin, ev yek nîşan dide ku PDK’ê destkeftiyên gelê herêmê derbe dike.

Xelo hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî şermezarin kir û da zanîn ku divê yekitiya Kurd were avakirin da ku planên dagirkeriya Tirk têk biçin û wiha domand: "Divê Kurd li hember dijminê xwe bisekinin ne şerê hev du bikin, da ku di civakeke demokratîk de bi azadî bijîn."

/kr/uploads/files/2021/08/24/191121_-.webp

Bavê şehîdê HPG’ê Rêzan, Hemîd Mistefa kiryarên PDK’ê yên revandina gerîlayan şermezar kirin û wiha got: "Divê Kurd guh nedin dijmin û nekevin xefka wan, lê divê li hember wan bisekinin. Divê PDK’ê jî ji van kiryar û sûcên xwe yên li dijî nirxên kurdan vegere."

Mistea piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da û diyar kir ku heke were xwestin zarokên wî di oxira rizgarkirina tevahî xaka Kurdistanê de ne.

‛DEWLETA TIRK JI BO PÊKANÎNA SIYASETÊN XWE PDK’Ê BI KAR TÎNE’

/kr/uploads/files/2021/08/24/191137_-.webp

Li aliyekî din jî dayika gerîla Barîn Ehmed, Fatme Reşîd destnîşan kir ku rejîma Tirk ji hevgirtin û yekitiya gelê Kurd ditirse û ev tişt got: "Ji ber ku hevgirtin û yekitiya gelê Kurd li ser berjewendî û serweriya dagirkeriya Tirk xeteriyekê çêdikin û ne li gorî siyasetên wê ye, ji lew re di pêkanîna siyasetên xwe yên qirêj de PDK’ê bi kar tîne."

Fatme Reşîd wiha li gotina xwe zêde kir: "Me di oxira rizgarkirina xaka Kurdistanê de zarokên xwe dan û em bi tundî red dikin ku bi destê hin aliyên Kurd zarokên me şehîd bibin. Ev xiyaneke li şehîdan e û ev siyaset ji bilî şerê naxweyî tiştekî bi xwe re nînin."

Farme Reşîd anî ziman ku divê gelê Kurd nebe qurbanê berjewendiyên dewleta Tirk ên parçekirina û jevkirian kurdan, lê berovajî wê divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, da ku van siyasetan têk bibe, xewn û armanca şehîdan a rizgarkirina Kurdistanê pêk bîne.

‛EM Ê RÊÇA ZAROKÊN XWE BIŞOPÎNIN’

/kr/uploads/files/2021/08/24/191048_-.webp

Bavê şehîd Halim û Sarya Efrîn, Hesen Henan bang kir ku divê çarenûsa gerîlayên li Başûrê Kurdistanê hatine revandin were eşkerekirin û bal kişand ser kiryara PDK’ê li hember malbatên revandiyan û wiha got: "PDK’ê gef li malbatên revandiyan xwar ku heke bi paş ve venekişin. Lê malbat û şênî bi paş de venakişin û gotin; em di oxira rizgarkirina Kurdistanê de zarokên xwe didin, ne ji bo ku PDK’ê wan birevîne û em ê heta pêkanîna armanca zarokên xwe berxwedana xwe berdewam bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nBwFXWB_uBY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>