Eyşe Efendî: Heke Rûsya erkên xwe pêk neyne bila ji herêmê derkeve

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li hemberî navenda polîsên leşkerî ya Rûsyayê ya li rojavayê Kobanê xwepêşendanek li dar xist. Di xwepêşendanê de Eyşe Efendî got “Rûsyayê heta niha sozên xwe pêk neanîne. Tu sedema nemaye ku li herêmên me bimîne."

Eyşe Efendî: Heke Rûsya erkên xwe pêk neyne bila ji herêmê derkeve
24 tebax, 2021   12:27
KOBANÊ

Li ser banga Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê şêniyên Kobanê xwepêşendanek li pêşiya navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê li dar ixist.

Xwepêşendêran got ew bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk red dikin, ji ber ku Rûsya wek hêzeke garantor a agirbestê li herêmê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pabendî wê ye.

Beriya xwepêşendanê şênî li ser rêya Cerablusê meşiyan heta gihaştin navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê. Li pêşiya navendê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Em gelek caran hatine vir. Me daxwaz kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me rawestin, lê Rûsyayê erkên xwe yên li hemberî gelên herêmê pêk neanîn. Eger pêk nayne bila kerem bike ji herêmê derkeve.“

Eyşe wiha domand: “Rûsya sozên ku dane neanîn cih. Li ser vê esasê tu sedem nemaye ku ji ber wê li herêmê be. Yan bila erkên xwe bîne cih, êrişên dewleta Tirk rawestîne yan jî bila ji herêmên me derkeve.”

Eyşe piştrast kir ku gelên herêmê dê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û çawa beriya wê fedakarî kirin, dê ji bo rizgarkirina herêmê ji dagirkeran fedakariyên din jî bikin.

Xwepêşendêran di nava xwe de komîteyek çêkir ku peyama wan bigihîne nûnerên Rûsyayê. Piştî ku komîteyê peyam radestî nûnerên Rûsyayê kir, endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Ehmed Şêxo ku di nava komîteyê de bû, axivî û got: “Hevdîtin erênî bû. Soz dan ku ew ê êrişan rawestînin.”

Ev zêdetirî hefteyekê ye dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Dewleta Tirk gundewarên Zirgan û Til Temirê yên herêma Cizîrê, gundewarên Minbicê û Şehbayê topbaran dike. Her wiha di van rojên dawîn de êrişên bi rêya dronan zêde bûne ku di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wKtufhG9K9U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>