'Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê' encamên kongraya damezrêner eşkere kir

Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê, bi daxuyaniyekê encamên kongraya damezrêner a di 22`ê Tebaxê de hatî lidarxistin, esker kir.

'Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê' encamên kongraya damezrêner eşkere kir
24 tebax, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya têkildarî mijarê îro hate dayîn û tê de wiha hate gotin:

"Îro li bajarê Bon yê Almanyayê “Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê” civîna xwe ya demzrêner li dar xist. Zêdetirî 80 çalakvan, rewşenbîr, akademisyan û rojnamevanên Efrînê ku endamên însiyatîfê ne û li derveyî welêt dijîn, tev li civînê bûn. Însiyatîf li bajarê Bon ê Almanya di 22`ê Tebaxa 2021`an de hate damezirandin. Bi erêkirina piraniya endaman navê “Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê” li însiyatîfê hate kirin. Di civînê de kar û xebatên însiyatîfê, rêbazên dengdayîna yekser ên ji bo girtina biryaran hat nîqaşkirin. Her wiha beşdaran encamnameya însiyatîfê erê kir û pêşniyar û têbiniyên ku ji aliyê endaman ve hatine danîn di ber çavan re hatin derbaskirin. Paşê sîstema hundirîn hat nîqaşkirin û piştî guhertina hinek bendan li ser hat erêkirin. Her wiha beşdaran logoya însiyatîfê ya ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye pêşniyarkirin, erê kir.  

Însiyatîfê biryar û pêşniyarên têkildarî eşkerekriina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên resen ên çiyayê kurmênc (Efrîn) ji xwe re kir bingeh, bi taybet sûcên li dijî jinan, zaroka, xweza, peresetgehên dîrokî û wê bikin dozeke raya giştî. Her wiha hewl bidin sûcdarên şerên qirkirinê û jenosîdê yê li Efrînê tê kirin, pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin. Her wiha beşdaran diza pêşkêşkirina alîkariyê ji koçberên Efrînê re li gel derfetên heyî, girt ser xwe. Endamên însiyatîfê diyar kirin ku dê hewl bidin rêxistinên mirovî yên navneteweyî û saziyên çapemeniyê yên bêalî bişînin Efrîn û Şehbayê da ku rastiyan eşkere bikin û rewşê ji nêz ve bişopînin.

Beşdaran li ser yekkirina hewldanên ji bo xizmeta doza Efrînê û gelê wê û seknandina li hemberî dezgehên çapemeniyê yên Tirk û hemû saziyên cîhanê û yên herêmî û xwecihî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rewa dikin, li hev kir.  Her wiha ji bo dabînkirina vegereke bi ewle û bi rûmet a koçberên Efrînê li ser asta navneteweyî dê xebat werin meşandin.

Di dawiya civînê de meclisa rêveber a ji 13 kesan hate avakirin. Ev rêveberî wê komîteyên dîplomatî, hiqûqî, çandî, çalakî û diravî ava bikin û bi rêve bibin. Ev komîte wê doza Efrînê ya dagirkirî li gorî rêziknameya xwe û bendên wê ragihîne û ji bo meşandina kar û xebatan, plansaziyan deyne.”

(şx)