Enwer Muslim: Têkoşîne me heta pêkanîna serkeftinê berdewam e

Meclisa Malbatên Şehîdan îro merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan li dar xist ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn.

Enwer Muslim: Têkoşîne me heta pêkanîna serkeftinê berdewam e
24 tebax, 2021   10:58
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê merasîma her sê şehîdan ٍ Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat), Sîham Şêx Qenber (Rojda Cûdî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hudnirîn Mistefa Ehmed li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantonê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê TEV-DEM`ê ya kantona Efrînê Avdar Elo peyama sersaxiyê ya bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwend.

QSD`ê di peyama xwe de got:

“Em piştrast dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin ku giyanên xwe kirin pirek da ku gel derbasî jiyana azad bibe. Em soz didin ku armancên wan ên avakirina civakeke azad pêk bînin.

/ar/uploads/files/2021/08/24/095510_nsb-khymh-azaa-lthlathh-mnadhlyn-fy-alshhbaa-28329.webp

Şehîd Sosin ji biçûkahiya xwe ve ji Tevgera Azadiya Kurdistanê hez dikir. Di hembêza malbateke welatparêz de mezin bû û ji sala 1996`an ve dest bi karê xwe kir. Piştre di perwerdeyên leşkerî û siyasî re derbas bû. Fikrên xwe di warê azadiya jinan de kûrtir kir û di vê dozê de bûbû pêşeng. Lewre bi israr bû ku tev li hemû çalakî û operasyonan bibe û wek fermandar heta kêliya dawiyê erka xwe anî cih.”

Piştre qeyda deng a şehîd Rojda Cûdî hat guhdarîkirin.

/ar/uploads/files/2021/08/24/095424_thrya-hbsh.webp

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sureye Hebeş axivî û bang li şêniyan û koçberan kir ku têkoşîna li hemberî siyasetên dijmin mezin bikin û bi dijmin neyên xapandin, ji ber ku ew dixwaze vîna gelan bişikîne.

/ar/uploads/files/2021/08/24/095403_anwr-mslm.webp

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim di merasîmê de axivî û got: “Dîroka berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişkeran bandoreke mezin li vê pêvajoyê kir. Ji destpêka dîrokê ve Kurd li hemberî êrişkeran li ber xwe dide û rojekê li hemberî hovîtiyan wan teslîm nebû. Îro jî em li ser şopa bavûkalên xwe ne û heta pêkanîna serkeftinê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) ya kantona Efrînê Mihemed Mihemed wesîqeya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

/ar/uploads/files/2021/08/24/095343_ilham-mhmd.webp

Xwişka şehîd Sosin, Îlham Mihemed spasiya şêniyan û koçberan kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.

(şx)

ANHA