QSD`ê der barê rewşa Til Temir û Zirganê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di saetên sibê de gundê Xirbet Şeîr, Bab El-Xêr, Niwîhat, El-Ebûş, Til El-Werid û rêya M4 li derdora bajarokê Zirganê bi çekên giran, topbaran kir.

QSD`ê der barê rewşa Til Temir û Zirganê daxuyanî da
24 tebax, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê der barê rewşên meydanî li Til Temir û Zirganê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji beriya 10 rojan ve gûr bûye, îro di saetên sibê de gundê Xirbet Şeîr, Bab El-Xêr, Niwîhat, El-Ebûş, Til El-Werid û rêya M4 li derdora bajarokê Zirganê bi çekên giran, topbaran kir û di encama wê de zerar gihaşt mal û milkên sivîlan.

Her wiha hate destnîşankirin ku nexşerêya leşkerî li herêmê nehatiye guhertin û rewşên meydanî wekî xwe maye.

(bx)

ANHA