Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê tevgereke zêde heye

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa başûrê Sûriyê, têkiliyên Erebistana Siûdî-Iraqê û rewşa Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê tevgereke zêde heye
24 tebax, 2021   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWÊDAYÊ PIŞTÎ KONGREYA SIYASÎ PARÇEBÛN ÇÊBÛ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa başûrê Sûriyê kir û wiha nivîsî: “Bi sernavê 'Başûrê Sûriyê û nêrîna çareseriya siyasî ji bo Sûriyê' û li ser vexwendina Partiya Lîwa Sûrî ya ku vê dawiyê li Siwêdayê hatiye avakirin, kesayetên siyasî û sivîl li Siwêdayê civînek li dar xist. Di civînê de rewşa Dera û Siwêdayê û pêşeroja xebatên siyasî li Sûriyê hatin nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku kongreya Sûriyê ya yekemîn li Siwêdayê li hundirê Sûriyê tê lidarxistin û behsa çûyîna desthilata heyî û pêkanîna biryara 2254’an dike.

 “Tora Siwêdayê” li ser Facebookê beriya du rojan da zanîn ku beşdarên civînê, rewşa jiyanî û tevliheviya ewlehiyê li parêzgeha Siwêdayê nîqaş kiriye û hikumeta Sûriyê ji rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya xirab li Siwêdayê û parêzgehên din ên Sûriyê, berpirsiyar nîşan da. Her wiha piştrast kirin ku Sûriye ketiye destê dewletên din, ji ber ku ji herêmên berava Sûriyê tenê ji sedî 17 di bin serweriya hikumeta Sûriyê de maye, beşa din jî Rûsya û Îranê di nava xwe de dabeş kiriye. Her wiha diyar kirin ku Îranê gelek erdên li Siwêdayê kirine û li naverasta bajêr bi sponseriya balyozxaneya Îranê gelek bircên çavdêriyê danîne.

Beşdaran her wiha topbarana domdar û dorpêça mîlîsên Îranê ji parêzgeha Derayê re red kirin û piştrast kirin ku ger Dera El-Beled ji aliyê Îranê ve bê dagirkirin, dê teqez piştre berê xwe bidin Siwêdayê. Her wiha teqezî bi guhertina desthilatê bi rêbazên aştiyane û pêkanîna biryara 2254’an kirin.

Nivîskar û lêkolîner Cemal El-Şofî yê ji Siwêdayê ji rojnameyê re got: “Nêrînên li Siwêdayê der barê civîna hatiye lidarxistin de, ji hev cuda bûn. Hinekan civîn erênî nirxand, hinekan jî ajandeyên projeyê û kesayetên propagandaya wê dikin, red kirin.”

El-Şofî wiha domand: “Parçebûn ji ber aliyên derve ku piştgiriyê didin Partiya Lîwa Sûrî çêbû, her wiha ji ber ku ew partî fikreya rêveberiya xweser li Siwêdayê qebûl dike, rêjeyeke mezin li Siwêdayê wê yekê red dike. Lê belê hinek piştgiriyê didinê û wekî rêya rizgariya Siwêdayê dibînin. Heta roja îro tu gavên pratîk ên projeyeke cidî li ser erdê, nehatin avêtin.”

‘TÊKILIYÊN SIÛDÎ Û IRAQÊ NEGIHAŞTIN ASTA NAVBEYNKARIYA BI ÎRANÊ RE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa têkiliyên Erebistana Siûdî û Iraqê kir û wiha da zanîn: “Derdorên siyasî yên ji welatên Kendavê got hevdîtinên kesayetên ji Iraq û Siûdiyê pêk tînin, nayê wateya ku têkiliyên her du welatan baş in. Ew yek jî li dijî navbeynkariya Iraqê ji bo çareserkirina nakokiyên li herêmê ye.

Her wiha diyar kirin ku ger hevdîtinên dualî li ser astê şêwirmend û balyozan bûna, dê têkiliyên Iraq-Siûdiyê di asteke baş de bûna.

Iraq bi rêya lidarxistina civînekê li ser asta herêmî hewl dide bibe navbeynkar û nakokiyên li herêmê çareser bike.

Heke Siûdî û Îran ên dijberî hev beşdarî civînê bûn û li ser maseyekê rûniştin, dê ew bi tena serê xwe bûyerek be û dibe ku Bexda bibe navbeynkar.”

LUBNAN… ”SÛKA REŞ”AZARAN ZÊDE DIKE

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Bi hilweşîna saziyên dewletê re, rêxistina UNICEF a NY`yê li ser xetereya kêmbûna avê û xirabûna rewşê hişyarî da.

Li gel vê rewşa xirab a li welêt, welatiyên Lubnanê bi astengiya keysbazên sûka reş e rû bi rû man. Gelek kes dibêjin ku ew ji mîrên şerê navxweyî xeternaktir in û welat veguherandine sûkeke rewş a dolar, sotemaniyê, kel û pelan, derman, ard, xwarin û qaçaxkirinê û tenê av û ba ji destê wan filitîne.”

(cx)