'Beriya sedsaliya Lozanê dewleta Tirk hewl dide herêmên din dagir bike'

Mistefa Hemo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide beriya sedsaliya Lozanê qada dagirkeriya xwe berfireh bike û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan bisekinin.

'Beriya sedsaliya Lozanê dewleta Tirk hewl dide herêmên din dagir bike'
24 tebax, 2021   00:45
HELEB- ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine. Bi van êrişan dixwaze tevliheviyê biafirîne û şêniyan koçber bike, di encamê de qada dagirkeriyê berfireh bike.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Hemo ji ANHA'yê re axivî û got: "Êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û kantona Şehbayê bi taybet encamên tevlihevî û pirsgirêkên di  hundir dewleta Tirk in, ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze bala gelê xwe bikşîne ser şerê ku li derve dike."

'GELÊ BERXWDÊR DIKE HEDEF'

Hemo destnîşan kir ku ji destpêka aloziyê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got: "Ji ber ku gelên li vê herêmê dijîn li gorî projeya neteweya demorkatîk xwe bi rêxistin kirin û xwe diparêzin. Erdogan vê projeyê xeter li ser siyaseta xwe û projeyên xwe yên dagirkeriyê dibîne."

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser hewl dide fitne û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de çêbike û wan koçber bike.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE BERIYA SEDSALIYA LOZANÊ DAGIRKERIYA XWE FEREH BIKE'

Mistefa Hemo di dewama axaftina xwe de got:" Beriya sedsaliya Lozanê dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêdetir kirine û hewl didin dagirkeriya xwe ji axên Sûriye re fereh bike."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Mistefa Hemo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin yek û asta têkoşînê bilind bikin.

(dm)

ANHA